Ferhenga înteraktîf
eydên berê
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-eydên berê

1. xweş bûn ji ber ku em zarok bûn! ji ber vê, wê her tim eydên berê xweştir bin.



23.06.2017 10:35 | xwelî li ser

2. (bnr: ax ax ka wan cejnên berê)
hinekî jî ji ber mezinbûna me ye ku ji me re şêrîntir tê lê ne tenê ev e. bi rastî jî cejnên berê xweştir bû; ji ber ku zarok bêtirs dikariyan derkevin kolanan û ji xwe re şekiran peyda berhev bikin. berjevkirina şekiran xweş bû, ji ber ku wê demê çîkolata û şekir qîmettir bûn.
û berê li gel ku rewşa kurdan ne baş bû, dîsa jî ji bo pîrozkirina cejnan, moralek hebû. lê ev gelek sal in ku êdî ew moral jî tune. (şerê rojava, şengal, rewşa krîtîk ya başûr, şerên navbajêr yên bakur û hwd.



23.06.2017 17:08 | simurg56

3. eyda ewil kêngî hatiye pîrozkirin nizanim lê belê teqez di eyda duyem de ev xwezî dest pê kiriye.
dema ez zarok bûm eyd pirr xweş bû, eydên wan rojan ku li min xweş dihatin ji xal û xaltî û malînên dî ên mezin re xweş nedihatin, kurtepista wan a ax ax ka eydên berê dihatin guhê min.
eydên ku ji xal û xaltiyên min re xweş dihatin ji pîr û kalê min re xweş nedihatin, eydên ku ji pîr û kalê min re xweş dihatin ji dêûbavê wan re xweş nedihatin welhasil em dikarin vê pêvajoyê heta eyda duyem dirêj bikin.



24.06.2017 00:32 | ferhenga şikestî

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» eydên berê
» berê beytê

Kategoriyên mijarê:: cand cand cand
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî