Ferhenga înteraktîf
makîneya derewan
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-makîneya derewan

1. (bnr: polygraph)
makîneya ku hewl dide derewkirina mirovekî tespît bike, gotinên derew û rastîn ji hev veqetîne.
ji bo ku bizane ku ka mirovekî derewan dike an na, li nîşanên bedena mirov dinêre yên weke pestoya xwînê, nebz, nefes, bihurbarî-derbasbarî/veguhêzbariya çermê mirov (skin conductivity) û hwd.
li gorî îdîayê, bi pîvana van nîşaneyan, pêkan e ku refleksên di dema axaftina rastîn û ya derewîn de, ji hev werin cûdakirin.

ev makîne cara ewil ji aliyê john augustus larson ê ku xwendekarê tibê bûye, di dala 1921an de hatiye îcatkirin. li gel polîsek jî hebûye.
pêbawerî û ewlebûna vê makîneyê, cihê nîqaşê ye. mirov nikare li gorî encamên vê makîneyê, biryarên hiqûqî bide. lê hê jî ji aliyê saziyên weke fbi, cia ve tê bikaranîn wexta karkerek nû bigirin ji bo saziyê.
li gorî lêkolînên berfireh, tu delîl tune îspat bike ku ev makîne bi rastî jî dikarin rastî û derewan ji hev veqetîne. her wiha li gorî lêkolîna akademiya netewî ya zanistan ya amerîkayê, piraniya lêkolînên ku dibêjin ev makîne serkeftî ne, lêkolînên derî-zanistî ne û alîgir in.



27.06.2017 12:54 ~15:09 | simurg56

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» makîneya şûştina xalîçeyan

Kategoriyên mijarê:: zanisti hiquq zanisti hiquq zanisti hiquq
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî