Ferhenga înteraktîf
cüneyt arkın
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-cüneyt arkın

1. Lîstikvanekî tirk e, navê wî ya rast Fahrettin Cüreklibatır e. Di sala 1937 ê de li eskişehir a Tirkiyê tê dinyayê. Beriya lîstikvaniya sînemayê, mesleka wî doxtor bûye.

Di sala 1972 yê de Mihricana fîlm a altin koza yê de yılmaz güney dibe yekemîn û lîstikvana mêr a herî baş tê bijartin, Cüneyt arkın jî dibe duyemîn, piştî wê, lijneya mihricanê qerarê xwe seba siyasî diguhere û dixwaze Cüneyt arkın bibe yekemîn, Cüneyt arkın ji vê qerarê qebûl nake û xelata mihricanê red dike.

Di salên 70, 80, 90 ê de milet bi awayekî cidî fîlmên wî lê dinêrî û kêfa xwe dianî, niha jî boyî bikenin sêr dikin, qelîteya fîlmên wî kêm in. Mîna ku Di salên 1963-64 ê de tenê di nava 2 salan 30 heb fîlmê de lîstiye, îja 2 sal û 30 heb fîlm çawa çêdibe aqilê meriv dibe çeqilmast...

Tê bîra min Di salên 1990 an em hê zarok bûn, gundê me de televîzyona her kesî tunebû, tenê 2-3 heb mal de tv hebû. Gava fîlmên wî derdiket, her kes zar û zêç, kal û pîr wê malê de dihate ba hev, bi heyecana xwe "fîlmê cino derket!" Digotin. Tu Kes Cüneyt arkın nedigot Her kes jê re "cino" digot, "cino wiha kir, cino çawa lê da" filan û bêvan.



13.07.2017 22:05 ~22:20 | mîr

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
hînbûna îngilîziyê [1]
Ji bo kesên wek zanistvan, siyasetmedar, kesê têkildarê karên derve, g...
belki ev jî bala te bikişînin
» cüneyt arkın

Kategoriyên mijarê:: sinemalstkvn sinemalstkvn sinemalstkvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî