Ferhenga înteraktîf
li ber pencereyên sedsalan
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-li ber pencereyên sedsalan

1. helbesteka kawa nemir e, erol şaybak xwandiye:





Li Ber Pencereyên Sedsalan*

Diedilim di çermên maran de, li ser hev pencereyan vedikim.
Stranek nîn im, dengek nîn im, velerizînek im!
Ma dikarim derziya xwe di lêva dinyayê rakim?
Bila bêdengiya bi rêk xistî be ala girseyên dirrinde.
Divê qerase bêne bercestekirin dengên kemanên virnî.
Dikişe, dixuşe qewmê belekiyan. Ji wan im.
Sêwîtî çi be, êdî dinya bi xwe nebe?
Kil nekim destmala govenda janan, xwe nemijim,
sîmetriyê nederizînim?
Na, divê qerase bêne bercestekirin sînfoniya kulên kur,
ku me diderizînin.
Dibe deryaçeyeke aram qewmê belekiyan. Ji xwe re perav im.
Zivir zivir dizivirin katjimêrên kalên çavşîn.
Ji hemû bav û kalên min ma mêrgeke nemir î hêşîn,
Destên me li wê gerdûnê digihîjin hev demeke çolistan,
Li ber pencereyên ku vedibin bi ser sedsalan.
Bêhna pûngên nemir tê ji berava kevnedemeke baranî.
Stranek nîn im, dengek nîn im, velerizînek im!

1998 / Stenbol
* Ji Selpakfiroşê, dîwana min a pêşîn, rûpel 98 (Weşanên Rewşen-Nameyê, Gulan 2003, Stenbol), ku çapa wê ji zû ve ye qediyaye, wê çapa nû di nêzîk de ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve bê çêkirin.



14.09.2017 12:30 | xendekî

2. qenala weşanên avesta cardin weşandiye:



14.02.2020 17:34 | tizbîkêş

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» berçavka ronîbir

Kategoriyên mijarê:: wejehlbst wejehlbst wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî