Ferhenga înteraktîf
strana bi îngîlîzî ya şivan perwer
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-strana bi îngîlîzî ya şivan perwer

1. mixabin cihê pêkeniyê ye.
navê wê freedom & peace e.
şivan xwestiye bi zimanê hevpar yê dinyayê, peyamek bide dinyayê.
problem;
1- gelo kesek çawa, wê rastî vê strana te were û fikra xwe bi kar bîne.
2- melodiya li paşfonê mirov aciz dike.
3- îngîlîzîya şivan ne ewqas xerab e lê bi qasê strandinê jî ne bes e.
4- tarza xwe ya kurdî, derbasî îngîlîzî jî kiriye lê, lê nayê.
5- gotinên stranê lawaz, basît û hinek jî komîk in.
6- tevgerên şivan, mîna stranbêjên amator in.

bi taybetî;
navbera 2:50-3:00an: mirov dikene;
û di navbera 4:10-4:25 de; mirov ditirse.

welhasil, ez şûna şivan bin ez ê hewl bidin vê stranê û şopên wê ji înternetê paqij bikim.
piştî bobelata dueta şivan perwer û ibrahim tatlıses, bila îmaja wî tev nebe sifir.




23.10.2017 21:04 | simurg56

2. Mijara peyama wê bi awayekê jê çuyî û bi tena serê xwe bi sernavê mayî.
Strana meraqekê li min peyda kirî ka ew ișareta sê tiliyên navendî ya destan ku di dawiya stranê de șivan û hemu koma derdora wî çêdikin tê çi wateyî.



23.10.2017 21:44 | azadixwaz

3. Bin nivîsa Kurdî baş bûye.



23.10.2017 22:28 | alîşêr mordem

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» strana min tê
» îngîlîzî
» şivan perwerê italyanan
» perwerî ye bi ro, bi şev xudreste!

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrn muzikstrn kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî