Ferhenga înteraktîf
abbas ahmed
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-abbas ahmed

1. Abbas Ahmed di sala 1969'an de li başur-rojavayê Kurdistanê (Kurdistana Sûrîye) hatiye dinye.Li Sûrîye perwerdeya mûzîkê vergirt.Di 1990'an de dest bi xebatên xwe yên mûzîkê kir.Di navbera salên 1990 û 1996'an de 5 albûmên amatorî weşand.1996'an koçî Elmanyayê kir.Di wan salan de komek ava kir û bi vê komê di gelek deverên Ewrûpayê konseran da.5 albûmên profesyonelî weşand. Keça Delal (1996),Deynek (1997),Barana Tirsê (2000), Mêvana Xewnê (2003) û Bi Tenê (2007).



Abbas ahmed yek jî hunermendê herî serkeftî ye ku şêweyên mûzîka cîhanî lê mûzîka Kurdî guncandîye. Abbas Ahmed bi taybetî şêweyên pop-rockê bo di mûzîka xwe de bi karanî.Berhemên wî bi taybetî ji aliyê ciwanên bajarî yên Kurdan ve hatiye hez kirin.



Album

Keça Delal (1996)

Deynek (1997)

Barana Tirsê (2000)

Mêvana Xewnê (2003)

Bi Tenê (2007)



06.09.2013 15:26 | xidiran

2. li gor min hunermendek serkeftî ye bi taybetî albuma wê ye bi navê "Bi Tenê" bêhempa ye. lê qiymetê wî baş nayê zanîn mixabin.



06.09.2013 15:27 | xidiran

3. wekê hemû stranbêjên ji binxet û ji rojavayê kurdistanê ebbas ehmed jî xudanê qirik Û gewriyeke safî kurmancÎ ye.. peyv û gotin li ser zimanê wî wekê şêkir dihelin.. strana wî ya bi navê çûkên germê demekî ez gelekî êşandibûm.. mixabin ji ber ku bi tirkî nizane di nav kurdên ji bakurê kurdistanê de zêde ne berniyas û popûler e û ji ber cureya mûzÎka wî ne pop û erebesk e jî kurdên başurî û rojhilatî jî berê xwe pê ve nakin.. lê wek bav û bapÎrekan gotî ''yê zane ji xwe zane..''



06.09.2013 15:33 | endazer

6. stranbêjek ji nasîna xwe zêdetir e. xwediyê stranên gelekî xweş û kalîte ne.

lê mixabin bi qasê dibînim, nav gelê kurd de zêde nayê zanîn û guhdarkirin.



stranên xwe de cî dide gelek form û enstrûmanên nûjen û van nûbûnan û mûzîka kurdî baş li hev tîne. stranên wî yên zaroktî, xezalê, rê dûr bû, çûkên germê, eger tu roj be, eger bi sala, mesele eva, dilo, hejaro, hey dinyayê gelekî xweş in.



27.10.2013 17:11 | simurg56

8. bi vê strana xwe ya xweş ev du sê seet in mêvanê guhê min e :



nesÎb e nazika min her tişt nesÎb e..



23.12.2013 20:58 | endazer

9. stranbêjeke ji binxetê ye. bi rastî dema dengê wî dibihîzim xêro abbas tê bîra min. di warê muzîkê de ji xêro abbas serkeftîtir be jî bi qasê wî ne navdar e. dibe ku ev tişt ji fikrîyatê be.



23.12.2013 21:06 | oxir

12. bi strana xwe ya "keynê" qûtê zivistaneke qert li me dabû daqurtandin..



12.02.2014 23:16 | gordereş

13. yek ji stranbêjên herî underrated e *



03.03.2014 23:10 | simurg56

14. nasîb a nazika min her tişt nasib a



03.03.2014 23:20 | gulgenim

16. aliyê şêweyê strandin/strînê de navbera ciwan haco û xêro abbasê de ye.



22.03.2015 01:05 | remlavêj

17. Ji zû de ye pêjna wî nayê, heqeten kutke 'eceba niha ? Xweştirîn strana xwe "Çûkên Germê" ye .



28.01.2017 17:27 | mistefaa

18. yaw arkadaş ! ev zilam çima nayê guhdar kirin. belkî vaye 5-6 sal bûn min qet lê guhdar nikiribû. ji nişka ve ket aqilê min de. çend meh in ez 6-7 stranên wî guhdar dikim. mirov jê têr nabe.
gelek hindik stran çêkiriye.
hey nexwe, bi xwedê potansiyela ciwan haco pêre heye.



25.12.2019 21:15 ~2019.12.26 15:56 | brusk56

19. Muzîka Kurdî olek be îlahê wê Ciwan Haco ye pêxemberê wê jî Abbas Ahmed e. Lê mixabin gelê me qedr û qîmet neda. Heyfa yên weke wî. Carna Abbas Ahmed tê bîra min ez ji gelê xwe aciz dibim. Neyse dîsa bêhna min tengbû



26.12.2019 00:53 | lîfikê firaxê

20. ez abbas ahmed û xêro abbas dişibênim ciwan haco. denge wa jî pora wa rûyê wa filan. nizanim dişibin ciwan. xêro abbas haco!



26.12.2019 01:07 | xwelî li ser

21. (bnr: di muzîka kurdî de terza ciwan haco)



26.12.2019 09:53 | cinorek

22. bi strana keynê min wî nas kirîye. Dengê wî dişibe ciwan haco. Di rastî de jî ecêb e, çima nayê guhdarkirin?



26.12.2019 14:39 | kajav

23. Bi rastî dengê wî gelek xweşe têr û tijî ye





26.12.2019 18:44 | azad30

24. hunermendê çerxa felekê lê çep gerîyaye. bi enstrumentala nav muzîka wî de bi fikra min gihaye astek gerdûnî. yanî bi vê qabîlîyeta xwe dikarî bi rehetî bibûya hunermendek navûdeng ê elmanî an fransî. helbet dengê wî li gor taybetmendîyên kurdî terbiye bûye belkî wek kurdek nekare deng û derdê xwe li zimanek dî birikibîne. tenê ez qala potansîyela wî ya gerdûnî dikim. belam di muzîkê de ji vegotinê zêdetir ya muhîm newa, enstrumental e. dengê wî û naveroka stranên WÎ pir xweş, heyatî û li hev hatî ne.

muzîka abbas ahmed ji bo gelê kurd cihê şanazî ye. şanazî ew tişt e ku netewek nîşanî netewên dî dike. çiqas huner û serkeftin karên takekesî bin jî, di realîtê de têgihek bi navê rûmeta netewî heye em bixwazin nexwazin em tûşî van gotûbêjan tên. ha li vê derê divê te gotin hebe ku pozê te bilind çengên te li ba bike. kesên wek abbas ahmed, ciwan haco digihin hawara me. dema mirovek ji netewek dî nas dikim ji du-sê hunermendan yek jî abbas ahmed e ku stranên wî bi kesê biyanî re parve dikim. bi abbas ahmed kurd dikarin bi serbilindî bêjin em ji hunerê fehm dikin.

muzîka ahmed abbas bo min keyf û hez e. heger stranek nav salan de heç cara tê guhdar kir te hestiyar bike, tesîr li te bike, her carê tu bikarî wateyên kûr jê derbixî, ew stran bûye klasîk. ferqa populîzmê û hunerê ev e, yek tê mezaxtin ya dî bi salan tê guhdar kirin. di wêjeyê de jî ev wisan e.

lê tevî ku serkeftî ye çima abbas ahmed qîmetê heq dike nedîtye û zêde nayê zanîn? derbarê jiyana wî de ez ne xweyî m'elûmat im lê qasî min dîtî û fehm kirî du sebebên bingehîn hene: yek, abbas ahmed stranên polîtîk û partîzanî nestraye, duyem jî derfetên wî yên aborî nîne. li kurdistanê ku ji bo rizgarîya netewî her ked û nirx mîna alavek siyasî tê bikaranîn pir zehmet e hunermend hunera xwe tenê ji bo hunerê îcra bikin. polîtîkbûn wek şehdeya kurdewarî tê dîtin. ez jî dibêjim divê kurd polîtîk bin qet nebe xizmeta dijminên xwe nekin. lê huner mijarek dî ye, gewre ye, bi serê xwe cîhanek e. nabe tenê di nav sînorên siyasî de bêt çêkirin û nirxandin. li hunermendên herî zêde tên nasîn binêrin, ne tenê stranên siyasî gotine wextek rasterast piştgirîya partîyek kirne û bi rêya medya ya wan navê wan pitir hatye bihîstin. lê abbas ahmed ev yek tercîh nekirye û kesên medya kurdî rêvedibin jî karê wî cidî nedîtine. ev problemek mezin e ku divê kurd xwe jê xelas bikin. nabe her xebat û qabîlîyet bibe qurbanî siyasetê. ev hunerê kurpe dike, ji serbestîya estetîkê bêpar dihêle. axir, ev mijarek dirêj e. bi kurtasî heger abbas ahmed jî serî de du stranên sloganîk çêkirvan dê zêdetir derketvan ser sehne w televîzyonan. dê herkes wî naskirvan.

sebebê duyem jî kifş e rewşa aborî ya hunermend rê nade budçeyek bo danasîna xwe û albûman terxan bike, da bikare konsertan li darbixe, derkeve tûrneya welat. helbet ew jî dixwaze lê derfet nîne. belkî pere nebe li studyoyan bi muzîkjenên hêja re bixebite jî. heyf... lê hêvî dikim zêde xwe pê neêşîne ku nayê zanîn. bila xema xwe bi muzîkê birevîne.

"xezalê xezalê
kulên xelkê yek in
ê min û te b hezarê"



03.03.2020 02:29 | hespêsor

25. piştî Ciwan Haco muzîkjenê herî serkeftî yê Kurd e bi ya min. Mixabin ciwanên me berê xwe da populîzmê û yên mîna wî di nav xwe de tune kirin. piştî sed salan nevîyên me wê li îro binêrin û ji bo ku me qedra heq dike ne da hunermendên wek Abbas Ahmed wê nifira li me bikin...



13.04.2020 22:04 | soryazyus

26. albûma wî ya bi tenê, muzîka wê hema bibêje bi tevahî muzîkên amerîkayê ye. Gava mirov gohdar dike, ne li almanyayê, mirov dibê qey abbas ahmed koçî dyayê kiriye, li wêrê dijî û di bin bandora muzîkên van deran maye.

di vê albûmê da jin û mêrên li paş wî distirînin, îngilîzîya bi devokên amerîkayê bi wan ra heye. sound û hêmayên vê albûmê, ji cureyên wek rap, gospel, rock, reggae û yên din ku nikarim bijmêrim ve tije ne. gava li kovara ziryabê (hejmara 1em) min dît ku dibêje li almanyayê dijî, das ist schade! min go. şaş û mat mam. na loo, şaş nivîsandine. min qebûl nekir. bêguman ebbas ehmed li dyayê dijî.



26.12.2020 03:04 ~13:38 | mirovekirind

Rûpel: ( 1 2 )