Ferhenga înteraktîf
gundê ḥaḥê
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-gundê ḥaḥê

1. gundê ku ji Midyadê 35 deqqe dûr e. Navê wî yê tirkî Anıtlı ye.
Qasê ku ji muxtarê gund elîmîme anha tênê Suryan lê dijin. Berê Kurmanc hebûn lê anha nîn in. Dema ku hebûn jî hêjmara Suryanyan ji a Kurmancan zêde bû. Lê tişteke ecêb ev e ku li gund ên mezin Kurmancî diştexilin, Suryankî hindik zanin. Lê Muxtarê gund, Suryankî baş zane û zarok hînî Suryankî kirine. Ahna zarok hemû bi Suryankî diştexilin.



09.01.2018 10:58 | gulêê

2. Her çiqas wekî 'hah' were nivîsandin jî wekî hax tê bilêvkirin. gundekî midyadê ye. Gundekî suryanan e. Di heyamên berê de bi qasî bajarekî mezin bûye, lê piştî qirkirin û sedemên din koç kirine û jimara wan kêm bûye. aniha bi qasî 20 malên suryanan hene di gund de.

berê di gund de 40 dêr hebûne lê bi demê re piraniya wan hilweşiyane. Aniha sê dêr hene di gund de. Ji van dêran ya herî balkêş Dêra Dayik Meryem e. Dêr li ser bîrdariyekê(anıt) hatiye avakirin. bîrdarî berî du hezar salan hatiye avakirin. Bi rastî çîroka efsûnî a bîrdariyê balkêş e. dozdeh şah ji bo jidayikbûna îsa mesîh diçin betlahemê. di rê de li hahê radiwestin û sê şahan dişînin betlahemê yên din li gund dimînin. Piştî her sê şah ji betlahemê vedigerin, biryar didin ku li hahê bîrdariyekê ji bo dayik meryem ava bikin. bi vî awayî bîrdarî ji aliyê dozdeh şahan ve tê avakirin. piştî ku xirîstiyanî berbelav dibe jî li ser bîrdariyê dêrekê ava dikin.
dêr ji aliyê taybetiyên xwe ve ji hemû dêrên derdorê diguhere. Dêr ji hundir ve wek qubbeyekê ye lê ji derve çargoşeyî xuya dike. li ser xaça dêrê kevokek heye ku nîşaneya ku îsa mesîh ji jor ve hatiye ber bi jêr. Bi giştî li ser 21 sûtunan hatiye avakirin.
her sal di 15'ê tebaxê de ji bo bîranîna dayik meryem ayînekê li dar dixin. û ji çar aliyên cîhanê suryan tevlî ayînê dibin.



02.09.2020 18:23 | berijahr

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» gundê mino

Kategoriyên mijarê:: cihuwar cihuwar cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî