Ferhenga înteraktîf
sobachye serdtse
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-sobachye serdtse

1. Navê pirtûkeke (bnr: mihaîl bulgakov) e. Bi zimanê kurdî dibe ku bi wekî "dilê kuçikî/dilê sê" bê wergerandin. Bulgakov vê pirtûkê ji boneya rexnekirina şoreşa sovyetê dinivîse û pirtûk demeka dirêj li sovyetîstanê tê qedexekirin. Kuçikekî kuçeyan î bi navê şarîk her roj bi zikekî birçî li ser sergoyên bajêr digere, duçarî tundîtiya mirovan tê, serma dike. Lê rojekî profesorek şarîk hildide dibe mala xwe. Birînên wî pak dike û xwarinên xwaş didê. Lê paşê profesor hîpofîza karkerekî neqlî vî kuçikî dike û şarik hêdî hêdî diguheze û dibe mirov.
- Belê ev pirtûka bi wekî romake dij-sosyalîst tê bi navkirin û bi aliyê lîberalan ve her bi wekî alafa propogandayê tê bi kar anîn. Lê bi rastî dema min pirtûk xwend, min bi her kirin û gotina Şarîk de rûyê rêvebirê dibistaneka li Kurdistanê dît. Ku zêdepariya karmendên kurd jî bi wekî şarik, bi aliyê dewletê ve zikê wan tê têrkirin, berîka wan çend panotan dibîne û dibin dijminên dinê mirovên xwe.
-Şarik dema êdî bi wekî mirov tê xebulkirin, li ofîsa heywanên kuçeyan kom dike û dikuje de dixebite û her roj pişîkan dixeniqîne. Ev karmendên mêtingehan jî bi taybetî dijmintiya miletê xwe dikin.
Bi kurt û kurmancî ev romana bulgakov derûnîya karkerên ji nişke ve desthilatdarî ji dest xistine û veca vê desthilatdariyê bi awayekî zalîmane li hemberî hevdu dixebitînin vedibêje.
fîlmeka romanê jî hatiye kişandin Here lînkê
Omar Torrez jî li ser heman yekê straneke xweş gotiye



08.04.2018 20:11 | jifêzagorda

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» sobachye serdtse

Kategoriyên mijarê:: weje weje weje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî