Ferhenga înteraktîf
judith butler
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-judith butler

1. Judith Butler fîlozof û dîtanevanê (theorist) zayendeyê yê emerîkî ye. Li Ohio, Emerîka di sala 1956an de ji malbateke cihu re çêbûye ku gelek ji malbata dapîra wê (ji alîyê dê) di holokostê de hatine kuştin. Niha li Zaningeha Kalîfornîyayê di başên bîrdoza rexneyî (critical theory) û hevberdarîya çavkanîyên nivîskî (comparative literature) de mamostetîyê dike. Butler çalakvaneke sîyasîye ku li hember sîyonîsme û dewleta îsrael derdikeve. Butler ji bo mafên Kurdan jî îmze avêtîye hin daxwaznaman.

Butler gelekî bandor li ser felsefa sîyasî, exlaq û zayendeyê (bi teybetî homoseksuelîte) kiriye. Bi pirtûkên 'belaya zayendeyê: femînîsm û xirakirna nasnamê (gender trouble: feminism and the subversion of identity), Laşin yên giring: li ser sînorên gotarî yên zayendeyê (Bodies that matter: on the discursive limits of sex) û jiyana hêzê ya ruhî: teorîyên li ser teslîmbunê (the psychic life of power: theories on subjection) tê naskirin.



12.04.2018 11:42 | mikurhat

2. heta fîlma call me by your name min baş ji queer theory (kuîr) ya wê fêm nekiribû ku vê teoriyê wekî teorî ew bi rêk û pêk kiriye. hîn jî -piştî xwendina gelek gotar û kitêban, gelek xal.ên vê teoriyê bi baskan li dora mejiya min difirin, daketinê nizanin lê belê dendika wê min fêm kir: rolên civakî yên zayendiyê (mêranî û jinanî), navên etnîkî û hwd çêkirî ne û di xwezaya mirov de tune ne. ji bo azadiya zayendî û rengên zayendîtiyê (û yên din) divê mirov heta ji destê bê serî li van kategoriyan hilde û îfadeya (pratîka xwe û) nasnameya xwe bi xwe biafirîne. bi vê aliyê dişibe fikrên anarşîzmê ku xirakirin û ji nû ve avakirin du çalakiyên herî muhîm in di vê teoriyê de. xirakirin bi serê xwe sîstema bavkaniyê* ye.



12.04.2018 19:31 ~19:32 | biruya hayao miyazaki

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» judith

Kategoriyên mijarê:: niviskarznst niviskarznst niviskarznst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî