Ferhenga înteraktîf
çîrokên efsaneyî yên kurdan | 2015
Nivîskar: Mehmet Oncu | Kurdî | Çîrok | 534 rûpel

Aaa...
çîrokên efsaneyî yên kurdan
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-çîrokên efsaneyî yên kurdan

1. 30 sal.
Belê ji bo pirtûkekê nivîskar 30 sala xwe daye.
Nivîskar mehmet oncuye oncu ji Semsurê ye û vi pirtûkê di sih sala de amade kirîye.
Pirtûk 534 rupel e û di weşanxaneya nûbihar ê de derketîye.
Wek ji navê wî jî dîyare cureyê pirtûkê çîroke lê çîrokên efsaneyî yanî ew çîrokên ku tê de hut, dêw, pîrhebok, mirovxur hene. Û di nava çîrokan de cih û warên bi efsûn, mijarên sosret, demên nedîyar û bûyerên pir ecêb hene.

Bi giştî 154 çîrokin. Nivîskar di 30 sala de di dewera Semsurê de sankî îş û karê xwe berdaye û hema mirovan, dengbêjan, 'çîrokbêjan' guhdar kirîye û bi xîretek mezin dest bi tomar kirina çîrokan kirîye çirokan hev bi hevûdu re berawîrd kirîye lê tu cara dest nedaye vegotina çîrokê û tenê gramera çîrokan sererast kirîye. Çîrok hemî li Semsurê hatîye tomarkirin.

Ezê mijarên çîrokan bihelim mijareke din ji ber ku ew tenê bi serê xwe hewl û xebatek mezin divêt.

Kesên ku ji xwendinê hez biket û hez neket bila teqez vê pirtûkê peyda biket û li pirtûkên xwe de zêde biket. Mirov dema xwendine de fehm dike ku ka qîymeta pirtûkê çendî zêde ye. Her tişt alîyekî tenê 30 sal ked dayîna karekî wiha bi tena serê xwe layîqê qedirdayînê ye û qedirdayîn jî bi xwendinê ve çêdibe.



24.04.2018 15:32 ~15:37 | azad30

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» çîrokên maran
» yên ku îro têketine
» kurdan

Kategoriyên mijarê:: pirtukweje pirtuk pirtukweje pirtuk pirtukweje pirtuk kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî