Ferhenga înteraktîf
radharane
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-radharane

1. loqentekî pirr bi taybet e. xwarina wan bi qaydeyê mitbex a hindistanê tên pêjandin, bi ûsilê wan tên amadekirin. menuya tînin maseyê an vejetaryên an jî vegan in. ji ber wê yekê di nav şîvê wan de goşt heye lê goşt ne goştê heywanê ye, goştê çêkirî ye. çêkirina wî ji soya ye. (bnr: goştê soya)

di nav şîvê wan de penîr heye lê penîr ne penîrê şîrê ye. bo xwarinê veganê, şîrê çêlekê bi kar nayînin. ji soyayê şîr û penîr çêdikin. (bnr: şîrê soya) ez dikarim her ro li wêrê bixwim. jixwe min dixwar, nêzikî her ro ez dibûm mêvana wan.

loqantevan û karker lîtvanî ye. ne ji hindistanê nin. cil û bergê karkeran û xemilandina dikanê, gişt bi hindistanî ye. stranên ku ew li dikanê lê didin dibêje krîşna ha krîşna. stran gişt li ser krîşna ye. dawî min jê derxist ku krîşna, navê xwedawenda wan e. (bnr: krîşna)

radharane dido nin: yekê li kaunasê, yên din li paytextê lîtvanya, li vîlnîusê ye. li kaunasê min dêrekî piçûk dîtibû. wê çaxê min digot qey têkiliya loqantevanê bi cemaetê wê dêrê heye. niha ez dibêjim, dêr çi eleqe? xaço li ku, hindûyên vegan û krîşna li ku?



09.05.2018 22:08 ~23:52 | mirovekirind

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» radharane

Kategoriyên mijarê:: xwarinmekan ajal felsefe xwarinmekan ajal felsefe xwarinmekan ajal felsefe
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî