Ferhenga înteraktîf
kurdistan li ku ye?
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-kurdistan li ku ye?

1. ji welatî dûr, heke hûn bibêjin ez kurd im, hûn mecbûr dimînin viya jî bibêjin: ez ji kurdistanê me. wê çaxê ew ê bipirsin, "kurdistan li ku ye?"

(bnr: where is kurdistan?)
(bnr: wo ist kurdistan?)
...

hûn mecbûr in bibêjin "ez ji kurdistanê me." çima? ji ber ku navê welatekî din ji devê we derkeve, wekî mînak, hûn bibêjin ez ji tirkiyeyê me, êdî kes ji we ra nabêjin kurd, dibêjin turkish.



09.05.2018 22:45 ~2019.11.20 10:53 | mirovekirind

2. Pirsa ku gelek caran ji min tê pirsîn. û were ji nav derkeve.
Kurdistan li ku ye?



09.05.2018 23:30 ~23:31 | gulêê

3. (bnr: did you mean kyrgyzstan?)



10.05.2018 12:52 | cinorek

4. Carekê keçikek afrîkî ji min sewal kir got tu ji ku ye?
Min gote ji Kurdistanim.
Got Kurdistan li kuye min nebihîstiye.
Min xwest bêjim aha şûrasi sayın başqan Kurdistan, aha şûrasi*
Le werê nebû helbet.
Ji xwe bi kurmancî û tirkî pir hêsane îja min hewl da bi îngîlîziya xweyî çewto mewto jêre bêjim Kurdistan ji alî çar dewletan hatiye dagirkirin û filan û bêvan.
Xwêdan bi ser serêmin ket keçik jî tiştek fêhm nekir o em gîhaştin creditwest bankê keçik daket spasiya min kir û çû.
Min pace daxist cixarak vêxist û min got; heqqet Kurdistan li kuye?



14.04.2020 22:45 ~23:18 | f

5. pirsa piranî ji aliyê biyaniyan tê pirsîn û carna jî tirkên dagirker ji bo lînç kirin, an jî îfşa kirina kurdan di niqaşa de dipirsin.

wextê hevalek biyanî dipirse dibêjim efenim sed sal berî niha dîktatorek kujer wisa kir û dewletên mezin jî wisa kir filan. werhasil heta rave dikim ya/ê pirsî pêşîman dibe ku pirs kirî*

ji xwe bi tirka re jî nîqaşên polîtîk nakim. ha hemberî dîwar diaxivî ha hemberî tirkekê



14.04.2020 23:14 | de facto hozan

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdistan li ku ye?

Kategoriyên mijarê:: cihuwar cihuwar cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî