Ferhenga înteraktîf
gelî dost û hevala
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-gelî dost û hevala

1. gelî dost û hevala/107465

Gelî dost û hevala
Ehlê sewm (rojî) û selatê (nimê)
Dinyakî pir betal e
Kes namîne li heyatê

Ey ehlê vî zemanî
mala me çû mîratê
Dîn çû em pê nizanin
Îman go çû nema tê

Dinyakî bê feyde ye
Lewra mirin tê (de) heye
Îro sib dora me ye
Kesek nake xebatê

Ey ehlê vî zemanî
mala me çû mîratê
Dîn çû em pê nizanin
Îman go çû nema tê

Ey elîmê elemdar [1]
Kitêb xwendin bar bi bar
Eşqa kitêbê wan xwar
Berdan çemê firatê

Ey ehlê vî zemanî
mala me çû mîratê
Dîn çû em pê nizanin
Îman go çû nema tê

Sofî nin ji xwe razî nin
Jin û qîz jî tazî nin
Bi vî halî razî nin
Çiqasîke ...(fewatê ?)

Ey ehlê vî zemanî
mala me çû mîratê
Dîn çû em pê nizanin
Îman go çû nema tê

Gelî bira mêze kin
Eger hûn tewbe nekin
Qelbê (xwe) safî nuh nekin
Nakevin ber şefeetê

Ey ehlê vî zemanî
mala me çû mîratê
Dîn çû em pê nizanin
Îman go çû nema tê


[1] gorî ferhengên osmanî "alemdar" tê wateya "kesê ala -komekî- digre (û ji wan re rêbertî dike)" ango serok




10.08.2018 23:27 ~2018.08.11 22:49 | cûndûllah el-kurdî

2. Li jor hîn tiştan çewt hatiye nivîsandin lê vega nikarim sererast bikim. Karekî min jê girîngtir heye vê demana.



11.08.2018 05:29 | bilbilê dilkul

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» gelî dost û hevala
» dost çiyayî
» hevala evîndar

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzik oldin muzikstrn muzik oldin muzikstrn muzik oldin kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî