Ferhenga înteraktîf
etnografya
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-etnografya

1. bo kurdiya wê gotine nijadnasî lê ji ber ku wateya nijadê bo "irq"ê bi kar tînin û di esasê de tu wate û peywirên zanistî ya nijadê tune ye, ez dest bi vê wergerê nakim. lê pêşniyaza din, qewnasî, çêtir xuya dike, her wiha.

etnografya yek ji beşa mirovnasîyê ye û bi mêtingehiyê gavê xwe ya ewil avêtiye û name û rojnivîsk û gotarên li ser gerê û raporên mêtingehiyê bûye çavkaniyên sereke. me got mêtingehî, helbet navê îngilîstan û fransa û spanya tê bîra meriv lê muzexaneyên etnografîk ên zanistî ne li van welatên mêtingeh, di welatên almanyayê de hatine vekirin. ji ber ku;

ji hêla zanistî ve etnografya bêpêşdaraziyê rêdan û nîşandana çanda civak/civat/qewmekî ye û etnografên mêtingehparêzan helbet bi pêşdarazî nêzîkî gelên bindest dibûn û xwe wekî şareza lê wan wekî hoveber/seretayî nîşan didan. lê almanên ku di salên 1800-50~ de hîn dest bi mêtingehiyê nekirine, malzemeya xwe ya etnografîk ji nav gelê xwe yanî ji nav xwe hev dane û ev jî ji hêla zanistiyê ve çêtir bûye.

lehengên sereke yên ji-hev-cuda-kirina têgihên çand û şaristanî jî alman in.

niha min tu xwendineke nekir li ser vê tespîtê lê ez bawer im, zanyarî û agahiyên ku alman ji etnografyayê zêde kirin û hev dan nijadperestiya wan gur kiriye û her du şerên dinyayê bi vê egoyê derxistin. çawkanî qûnqûnok. *

ev jî hene:
(bnr: volkskunde)
(bnr: völkerkunde)



02.10.2018 12:16 ~14:06 | biruya hayao miyazaki

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» etnografya

Kategoriyên mijarê:: zanisti cand zanisti cand zanisti cand
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî