Ferhenga înteraktîf
hespê begzade
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-hespê begzade

1. straneka xweş e a devera botan û hekarya ye. delîl dîlaner xweş distrê:




Hespê begzade weylê lê wey lê
Kumêtî şîn e weylo yeman e
Berpiştê şûre weylê lê weylê lê
Mertal nexşîn e weylo yeman e
Sûka hewlêrê weylê lê weylê lê
Qêrîn û şîn e weylo yeman e
Hewlêre bi hewlêr weylê lê weylê lê
Bajar rengîn e weylo yeman e

Hay hay hayîî

Hespê begzade weylê lê weylê lê
Kumêtî reş e weylo yeman e
Berpiştê şûre weylê lê weylê lê
Mertal bineqşe weylo yeman e
Sûka hewlêrê weylê lê weylê lê
Şer lê dimeşe weylo yeman e
Hewlêre bi hewlêr weylê lê weylê lê
Bajarek xweş e weylo yeman e

Herêm: Botan/Hekarya



29.10.2018 21:41 | xendekî

2. Hespê Begzade
Straneka aîdê devera Bahdînan e.
Di gellek şahî û dawetên kurdan de ev stran tê strînê.
J'aliyê Delîl Dîlaner ve ev strana xweşkok berbelavtir bûye.
Li ser devê gellek kesan ev stran vedinişiye.
Hûn stranê nezanin jî hema hew "hespê Begzade heylo heylo" bistrên bes e, çi ku ev qas zanîna wê jî têra kemkeyfxweşiyeka bêhempa dike



30.10.2018 12:24 | zimansist

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» hespêsor
» begzade

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrn muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî