Ferhenga înteraktîf
rewşa kurdên êzîdî ên li moskovayê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-rewşa kurdên êzîdî ên li moskovayê

1. rewşa ku ber bi ''xerabiyê'' ve diçe.
Doh ez, 16.02.2019 ez li Mosko beşdarî pîrozkirina Cejna Xidir Nebî bûm û dixwazim li ser tiştên ku min dîtin û tecrube kirin hin tiştan bêjim.
1- Nifşa nû zimanê Kurdî hema bêje nizane, her tişt bi Rûsî ye.
2- Gelek ji wan dibêjin em ne Kurd in, em Êzdî ne, zimanê me Ezîdkî ye...
3- Dema ku jinên 40-50 salî jî tên ba hev Rûsî xeber didin.
4- Ji peyvên Merheba, İnşallah, Maşallah nefret dikin...
5- Dibêjin em ne Kurd in lê gelekî jî polîtîk tevdigerin, Mesela di Cejnê de wêneyê Ocalan hat daleqandin, her kesî behsa Kurdistana Azad dikir.

yanî bir kurt û kurtasî tecrubeyeke ecêb bû..



18.02.2019 00:24 ~00:28 | gulêê

2. bi xwendina van tiştên li jor, guneha min bi wan hat ji ber ku *ew jî nizanin ew çi ne, ew kî ne. hinekî jî ji wan behicîm ji ber ku zêde polîtîze bûne û ji tiştan pir zêde xuy dikin. ew kesên ku him nizanin ew kî ne, him jî ewqasî polîtîze bûne, hebûna wan hestekî nexweşik, nerehetîyeka ecêb didin ji mirovê ra.

*ew, ne kurdên êzîdî yên li moskovayê ne. emrê xwe da ez kurdên êzîdî yên li moskovayê nedîtime. ev raman û hestên min ne bi kurdên êzîdî yên li moskovayê çêbûne, tenê bi profîla li jor di dilê min da çêbûye, û li ser wê profîlê ye.

hest û ramanên min, bi taybetî yên neyînî, li ser mirov an gelan zû bi zû çênabin. bi xwendina an jî guhdarîkirina tiştan, mirov gere mebêje "temam, min pê derxist, filan mesele werkî ye, filan gel jî bi vî rengî ne." fêhmkirina mesele yên civakî ne hêsan e.

kurdên êzîdî yên li moskovayê dibe ku wek gotina tirşikvanê bibin lê em nizanin. an jî ez bibêjim, ez nizanim. çima min li ser vê mijarê ewqas nivîsand, eviya jî nizanim. bi gelemperî ji tiştên neyînî dûr diherim. gelo hêdî hêdî polîtîze dibim ez jî? hevalno?



18.02.2019 02:26 ~2019.12.04 21:34 | mirovekirind

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» rewşa dinyayê
» kurdên li qeraxa kendava farsî
» êzîdîtî
» ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin

Kategoriyên mijarê:: jiyan cand jiyan cand jiyan cand kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî