Ferhenga înteraktîf
pepûley azadî ~ پەپوولەی ئازادی
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-pepûley azadî ~ پەپوولەی ئازادی

1. پەپوولەی ئازادی ~ Pepûley Azadî

‎بۆ مەزرای ئاواتی من، تۆی نەوگوڵی ئیشق و وەفاداری
‎بۆ گوڵشەنی پڕ گوڵی ژینم، ئەتۆی ئاوازی دڵداری
‎لە بەحری بێ پەی ژیان، ئیشقی تۆ لە دڵ، کەشتی ئاواتم بوو
‎خۆشەویستی و میهری تۆ، گەرمی ژینی من ڕێگای نەجاتم بوو

‎پەپوولەی ئازادی ناو پاخچەی دڵداری و ئیشق و سەفا بووین
‎بەخوا زۆر حەیفە گوڵم، ئێمە بە جارێ لە یەک جیا بووین
‎لە بەحری بێ پەی ژیان، ئیشقی تۆ لە دڵ، کەشتی ئاواتم بوو
‎خۆشەویستی و میهری تۆ، گەرمی ژینی من ڕێگای نەجاتم بوو

‎لە بیرت چوو ئەو شەوە، ئاسمانی ژین، ئەستێرە باران بوو
‎مەلی ڕوح لە ئیشقی تۆ، ئەی نازەنین، مەست و غەزەل خوان بوو
‎وەرە دیسان با لە نوێ، ئیشقی وەسڵی تۆ بمخاتە ڕووناکی
‎ڕووبکەین لە قیبلەی وەفا، سەرمەستی و سەفا، هەردوو بە دڵپاکی

هۆنراوە: عوسمان ئەحمەدی

Bo mezray awatî min, toy nevgullî eşq û wefadarî
Bo gullşenî pirr gullî jînim, etoy awazî dilldarî
Le behrî bê pey jiyan, eşqî to le dill, keştî awatim bû
Xoşewîstî û mîhrî to, germî jînî min rrêgay necatim bû

Pepûley azadî nav baxçey dilldarî û eşq û sefa bûyn
Be Xwa zor heyfe gullim, ême be carî le yek ciya bûyn
Le behrî bê pey jiyan, eşqî to le dill, keştî awatim bû
Xoşewîstî û mîhrî to, germî jînî min rrêgay necatim bû

Le bîrit çû ew şewe, asmanî jîn, estêre baran bû
Melî rrûh le eşqî to, ey nazenîn, mest û xezel xwan bû
Were dîsan ba le nêw, eşqî weslî to bimxate rrûnakî
Rrûbikeyn le qîbley wefa, sermestî û sefa, herdû be dillpakî

(Ax
Qet nedey azadî giyanî, mest û bêdaranî şew
Xot le xeyta berşepolî eşqî bêpamyanî şew)

Honrawe: Osman Ahmedî

مەزهەری خالقی ~ Mazharî Xalqî



ئازاد کەلهوڕى ~ Azad Kelhûrrî



18.03.2019 03:04 ~03:19 | bilbilê dilkul

2. دەست خۆش.



08.06.2021 15:20 | zana.kurdistani

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» pepûley azadî ~ پەپوولەی ئازادی
» azadî di nav hestan de veşartî ye

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrnbj zimanpeyv niviskarhlbstvn wejehlbst muzikstrn muzikstrnbj zimanpeyv niviskarhlbstvn wejehlbst muzikstrn muzikstrnbj zimanpeyv niviskarhlbstvn wejehlbst kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî