Ferhenga înteraktîf
hewal
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-hewal

1. watêya vê peyvê ducanî, hemîle ye.

lê %99 bi wateya heval de tê bikaranîn, zêde zêde belavbûyî ye .

(bnr: hewal market)



04.06.2013 15:45 | brusk56

2. bi peyvê heval re pir dihiljene.



04.06.2013 16:13 | tizbîkêş

3. kurdêkî/e nikare diranê xwe yên jor li li lêva jêr bide û lêv bike.nîşandayîna kurdîzanînê ya feyk/fake.



04.06.2013 16:40 | cekdar

4. Kovara ku berê bi malpera me wergerine.comê re hevpeyvînek çêkiribûn. hey gidî rojên berê..



05.06.2013 03:45 | simurg56

5. min berê ev peyv wek helaw dixwend..



05.06.2013 07:21 | endazer

6. wateya xwe di xwe de dihewîne, hem kurdî ye hem tirkî ye, ducanî ye, an jî ne kurdî ye ne tirkî, bi çi halî ye ne razî ye.



05.06.2013 15:33 | azadixwaz

7. bi çewtî ji dêvla peyva heval tê karanîn. vê xeletiyê herî pir şoreşgerên kurdînezan dikin.



06.06.2013 02:00 | parezer

8. ji heval re dibejin hewal lê ez nema guh didim ez nabejim tu xelete ji berku ne yeke ne du ne se ne deh ne sed bese law bese



13.09.2013 18:01 | devliken

9. Kurdên ku nû bi kurd û kurdistan dihesin, vê peyvê * wek nasnameya xwe davêjin holê, anku "ez jî welatparêz im lê haya min ji tiştekî tune"dibêjin dilorînin û min dibehecînin.



25.09.2013 09:55 | ceso

10. dema ku mirov li halê hev dipirse jî ev peyv tê bikar anîn.



(bnr: hal û hewalê te çi ye?)



(bnr: çi hewalê te ye?)



16.10.2013 17:55 | gernasnenas

11. peyva ku xelet tê bikaranîn şûna 'heval' de..



16.10.2013 23:38 | rexnegirêtagirtî

12. yek ji wan peyvên klîşezadeyên devrimciyan (ên ku li ber derê komele û saziyan wekî komîserên tasfiyeyê tevdigerin) e. di peyam û şîrevoyên xwe de dibêjin "hewal", dibêjin "şewbaş" hwd.



17.10.2013 05:19 | zero

13. hêwal bi tirkmancîya stenbolkî ya nûjen û ekolojîk e ku tirkmancî di heman demê de heftemîn zaravayê Kurdî ye û li gor nexşeya guherîna dengan kutana tîpa V helal e û dikare piştgirîya garanê bi modernîze û medenîbûnê bike.

W = ( kutan + v)

Kürtmence (bnr: arqaaş)



19.04.2014 00:38 | jîndar

14. peyva ku li herêmeke colemergê de bi rastî jî bi vî hawî bi lêv dibe ye. dema min bîhist ku werr bi lêv dibe ez şaşo paşo bibûm.



30.04.2015 01:08 | berxweda

20. Kurmanciya jêrîn da meena wê nûçe ye. Lê ya jorîn da ciwanên me yên zirtole û tolaz bikar tînin. Mixapin ev kêrnehatiyên bigû wekî her tiştî wateya peyvê rêx dikin. Belê rêx dikin!! Wek qelax rêxkirin bir hwd. Wek şewbaş, wek gewer. Belê ev peyva tenê jî dikare nîşanê me bide encama 30 salan kurdîstanê da çi qewimiye?.



24.08.2015 17:26 | qertewîn04

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» hewale

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî