Ferhenga înteraktîf
hefsar
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-hefsar

1. ben an jî şirîta ku ajalên wek hesp, ker, hêstir, dewar û gamêş û hwd. tên zeftkirin an jî kêşandin, dizgîn.



12.08.2019 12:01 | xelîl

2. Û herwiha romana hesenê metê ye. Di sala 2010an de li weşanxaneya peywendê hatiye weşandin.



12.08.2019 12:10 | xelîl

3. navê romana hesenê metê ye ku dixwînim.
Ji ser hefsarekî çîrokek ava kirin bi min fikreke gelekî serkeftî ye. Ez wek kese ku van rojan li van deran gelek aciz dibim bi kêfxweşî diltengîya germîyan guhdarî kir. Dema ku min notên deftera Germîyan dixwendin ez çûm zozanên Kurdistanê, ketim nav wan konan..
Ma çiqas xweş behsa koçerîyê kiribû;
Mesela;
''... Ew wisa bawer dikin ku heyfa jiyanê ye... heyf e ku meriv heta dawîya jiyana xwe li derekê kar bike, li deverekê xanîyekî ava bike û heta mirina xwe li wê nuxteya xwe bi sînor bike...'' rûpel: 40



07.12.2019 00:58 | gulêê

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» hefsar

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv zimanpeyv zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî