Ferhenga înteraktîf
şîzofrenî
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-şîzofrenî

1. Nexweşîyeke aqlî û kronîk e. Bitaybetî salên ciwanî de dest pê dike. Nexweş, têkîlî û tiştên rastî re dûr dikeve. Ji xwe re dinyêkî çê dikin û êdî li vir dijîn. Hest, fikr û ramanên wan de xirabîyeke cidî heye.



02.12.2019 16:11 | kajav

2. nexweşîyek e ku mixabin tenê ev du sed sale teşhîs û tedawîya wê heye.

Ji wikipedia kurdî:

Şîzofrenî, ji Grekî tê. Wateya wê parçebûna kesayetiyê ye. Yek ji nexweşiyên psîkologîk ji grûba psîkozan e û karê psîkiyatriyê ye. Di ramane, tevgerê û fonksiyonên mêjî de xirabûn, parçebûn e. Di beşa psîkiyatriyê de cihekê xwe yê girîng heye û tedawiya wê pirr dijwar e.

Cara yekemîn di sala 1907´î de ji aliyê psîkiyatrê navdar ê Swîsre yî Eugen Bleuler hatiye binavkirin. Afirandina ramanan, têkiliyên di navbera fonksiyonên kesayetî û hişarê, rewşa hestan hwd parçe parçe bûye. Nexweş êdî bi zimanekê taybet diaxive. 80 % şîzofrenîk halûsînasyonan dibihîsin û dibînin. Raman û baweriyên paranoîk pirr in. ...



26.04.2020 00:10 | hespêsor

3. Tenê xwe şaş dîtin û hemû yên dîn rast dîtin
Yan jî tenê xwe rast dîtin û hemû yên din şaş dîtin
Tofan û bobelateke mezin e
Dayîka min xweş digot; "Xwedê meriv ji aqilê şêrîn mehrûm neke"



26.04.2020 01:48 | afa

4. bi kurdî ji tiştên şizofrenîk û bi rêka wê de tê gotin "saw"



26.04.2020 04:26 | shwinsherm

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» şîzofrenî

Kategoriyên mijarê:: psikoloji psikoloji psikoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî