Ferhenga înteraktîf
papîçok
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-papîçok

1. piştî zivistan/113970 min meraq kir û ev peyv peyde kir. di wîkîferhengê de li bin xufikê wiha gotiye û min ji tirşikê re papîçok hilbijart* :

Şemek ,patîk, papîçok, pepik, papok,
pêlavên anku solên nerm in bo nav malê daku piyên mirovî necemidin, ne bo gerrîna li derê


dibe ku ev be:
Here lînkê



02.12.2019 23:41 ~2019.12.03 19:51 | biruya hayao miyazaki

2. ne gorên nimêjê lê ew jî wek gorên nimêjê bi sîxik û tayê sûf tê çêkirin, wek gorê kurt in, zivistanê di nava malê de xweş e mirov li xwe bike.



03.12.2019 15:59 | xendekî

3. navê goreyên me yên stûr bûn ku dema em biçûk bûm dîya me ji me re çêdikir û zivistanê li me dida lixwekirin. (tabî me digot papîçûk) niha didim bîra xwe lê nizanim me kengê dev ji vê edeta xwe berda.
niha tenê dîya min bixwe bi kar tîne. li ser nimêjê



03.12.2019 19:36 ~19:37 | simurg56

4. Goreya stûr a ku zivistanê tê wergirtin e. Edet e ez li malê dewsa papûcan, patîka meta min dirûye li pîyên xwe dikim. Wilo germ, wilo rihet û wilo xweş...*

(bnr: patîk)



03.12.2019 21:31 | xelîl

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» papîçok

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv zimanpeyv zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî