Ferhenga înteraktîf
dungeons and dragons
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-dungeons and dragons

1. Dungeons & Dragons (Zindan û Ejderan bi gelemperî wek D&D an DnD tên kurtkirin) lîstikeke rolbaziyê ya sermase ya fantastîk, LRB, (role-playing game, RPG) ye. Bi eslê xwe ji alîyê Gary Gygax û Dave Arneson ve hat çêkirin. Cara yekemîn di sala 1974 de ji alîyê Tactical Study Rules, Inc. ve hat weşandin.

D&D destûrê dide her lîstikvan ku karakterê xwe biafirîne. Van karakteran di honaka xeyalî de dest bi tevgerên xeyalî dikin. Mîrê Zindanê, MZ, (Dungeon Master, DM) wekî serwer û çîrokbêjê ji lîstikê re rêberî dike, mekanê ku tê de macerayan pêkanîn saz dike, û rola nîştecihbûnan ji cîhana lîstikê dilîze. Karekter partiyek pêk tînin û bi nîştecihbûnên mekanê yên lîstikê û hevdu re têkilî datînin. Bi hev re pirsgirêkan çareser dikin, şer dikin, û xezînê û zanyarî berhev dikin. Di pêvajoyê de, ji bo ku payeyên xwe bilind bikin, karakter puanên serboriyên (experience points, XP) qezenc dikin û piştî çend lîstikên cuda ew gav bi gav bihêz dibin. D&D zarên çendrexî û jimarkirî ji bo bûyerên di lîstikê de çareser bikin bi kar tîne.
Here lînkê



14.12.2019 02:52 ~2019.12.15 02:22 | serfiraz hêvî

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
hînbûna îngilîziyê [1]
Ji bo kesên wek zanistvan, siyasetmedar, kesê têkildarê karên derve, g...
belki ev jî bala te bikişînin
» dungeons and dragons
» android 5.0 lollipop

Kategoriyên mijarê:: listikmase listikmase listikmase
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî