1. Xanîyê ku li axê hatine çêkirin. Dîwarên xanî kevir in. Serban bi darên sipîdar û texte çêdikin. Ser wan spîdaran dijî şilopeya baranê axa nederbasbar bikartînin. |
|
21.12.2019 22:43 ~2019.12.22 00:17 |
kajav
|
2. (bnr: axeban) |
|
21.12.2019 22:51 |
ma min çi ji kê kiriye
|
3. Xaniyên ku di salên dawî de yek bi yek tên xera kirin û li şûna wan ên ji betonê tên çêkirin. Di van xaniyan de hênkayiya havînê û germa zivistanê du taybetiyên sereke ne. Ligel ku zehmetiyên xwe ên mîna avêtina berfa ser xanî, salaman du caran reşandina 2 an 3 kîs xwê , seyandin û loqkirina wê evan xaniyan ji bo gundiyên ji xwe hezkirî û xizan bivênevê ne . |
|
21.12.2019 22:52 |
darînê daryo
|
4. ez jî di xanîyekî axî de çêbûm, di xanîyek axî de mezin bûm. li gund cîranên me xanîyên xwe yên axî yeko yeko xira dikirin şûna wan yê betonî çêkirin; ew cîran dema xendek zêde zêde germ ji malên xwe derdiketin dihatin mala me. rastî jî ji xanîyên betonî çêtir bûn ji alîyê serma û germîyê ve. lê zehmetîyên wê jî hebûn divê ji bo baran lê neçe illeh we nû bikira, an we pê bangerî serban bigeranda. tiştên zaroktîyê illeh ji mirov re xweştir tên :/ |
|
22.12.2019 20:17 |
xendekî
|
5. hÊ jî li kurdistanê di gundan de hene. hetta dikarim bêjim malên gundên kurdistanê bi pirranî ji ax û herî ne mixabin. |
|
23.12.2019 00:11 ~00:11 |
ferhenga şikestî
|
6. Xwedî mesrefeke zêde ne. Paqijî, parastin bizahmet e. Gelek caran j'ber ku maddeya wê ax e û xwezaî ye, mar û tûpişt, kêzik û mişk dinav safane û hêtan de hêlînê divedin. |
|
27.12.2019 23:11 |
gumgumok
|
7. Ez bi xwe di nava xanîyê axî de mezin bûm, heya vî êmre xwe jî. Deka ez fikr û ramanên xwe li ser vê mijarê bêjim |
|
28.12.2019 03:18 ~17:02 |
merwano
|
8. Hîn jî li gund xanîyê me bi serbanê axî ye. Taxên wî kirêpêt in û bêqolon û bêstûn e. Ditirsim rojekê hilweşihê. Xwezî bi qolon çêkiribana. Lê ji xîzanî bû, hingî ew ji me dihat. Wexta serbanê xênî dihûnênin bi rêzê; pêşî girşên xwe yek bi yek rêz dikin, paşî depan li ser rast dikin û wan bı girşan ve bizmar dikin. Li ser depan naylonekê vedidin, çîtan li ser naylonê rêz dikin, pûş û qirş li ser çîtan radiêxin, çilo jî li ser pûş rêz dikin û herî dawî axa hinekî avlêkirî, axa reş ne axa sor, li ser banî verdikin û spehî rast dikin û didewisênin. Ne xelet bin kayê jî dikin nav axê. Piştî van hemû karan jî serban pê bangerîtik tê gerandin û dewisandin. Xanîyên ku tax û dîwarên wan bi kerpîç bin hîn xweştir in lê çêkirin û lêkirina dîwarên bi kerpîç zehmet e. Ez serbanê axî paşverû nabînim. Ger pêkan be ezê jî yekî ji xwe ra ava bikim lê bi awayekî bi rêk û pêk. Hinekî zanistê tevlî vî karî bikim, Xanîyekî min ê dîwar bi kevirên reş, ban jî bi axeka xurttir dê peyda bibe. Ne qlîma bikartênim ne jî tiştên din. Belkî tenê sobeyekê. |
|
28.12.2019 09:54 |
dijberîst
|
9. li hinek hereman, ji ber axa ku asbest dihewîne, dibe sedema nexweşîyên giran. |
|
28.12.2019 21:45 |
simurg56
|
hînbûna îngilîziyê [2] |
|
mehmûd berazî [1] |
|
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1] |
|
ercan bingöl [1] |
|
hînbûna îngilîziyê [1] |