1. bi cil û bergên xwe, bi awaz û stranên xwe mirov kêfxweş dikin. Asîmîlasyon li ser hunera wan zêde bandor nekirîye. Ev tişt jî min gelek bextewar dike. Wan rojên dawî de dawetên colemêrg û bi taybetî vîdeoyên ku sofî omer têde heye li welatên latîn emrîka berbelav, viral bûye. Ev dawet jî gelek xweş e. Ji bo tirşikvanan dîyarî be * vîdyoyê veke |
|
22.12.2019 13:36 ~13:38 |
kajav
|
2. Belê dahwetên me ne. Ji ber ku ez jî endamê vê çandê me pir şanaz û bextewarim.. |
|
22.12.2019 16:17 |
azad30
|
3. Xwedîyê dawetên rengîn in. Lê ya balkêş girêdana biksîyan û reqreqa keleşkofan e. Tabî bêrikên wan belaş in * * |
|
22.12.2019 20:42 |
darînê daryo
|
4. dema ez li colemêrgê bûm tevlî sê çar dawetan bûm, heqîqeten dawetên wan xweş in. |
|
22.12.2019 23:39 |
ferhenga şikestî
|
5. her kê temaşe dike jê re hijmetkar dimîne. kiras û fistanên jinan, reqsa kalemêran a bi aheng û cilên kurdî yên ku xortên wan ê bejin tîtal li xwe kirî. dawetên colemêrgiyan, avzêmka kelepûra kurdî û kurdistanê ye. di dawetên wan de bi dehan cureyan govend tê girtin û çi xort çi keç, zarok, pîr û kal tev xwe bi xemleke kurdewar dixemilînin. kengî li rastê dawetên wan têm kêfa min gellekî tê, dibêjim qey çûme kurdistana nav xeyalên xwe, ya ku neketiye nav pencên bişaftinê. bi qewlê wan, xwedê hezket dilê min heye ku rojekê bibim mêvanê daweteke wan * |
|
23.12.2019 19:53 |
xeyda
|
6. Dawetên ku ev saleke ez beşdarê nebûmê ne. Min qet texmîn nedikir ku ez ê rojekê hin xerîbiya dawetêd me bikem. Dawet hema hecet e, mirov xerîbiya govendê diket. Helbet ne govendêd deverên dî, yên me. -belkî pênce cûre leyîzên me hebin, ez ê rojekê wan yekoyek di vî derê da bideme nasîn- |
|
02.07.2020 22:29 |
buffaloskinners
|
9. Dawetên, lîstikên Tirka, yên wek çîftetellî ketine nav wan in. Doh li Geverê min bi çavên xwe dît mixabin. |
|
30.07.2021 10:10 |
xabûrî
|
hînbûna îngilîziyê [2] |
|
mehmûd berazî [1] |
|
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1] |
|
ercan bingöl [1] |
|
hînbûna îngilîziyê [1] |