Ferhenga înteraktîf
pirs
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-pirs

1. navê helbesteka şairê austuryayî erich fried e.. ji aliyê şairê kurd tengezar marînî ve ji elmanî ji bo kurmancî hatiye wergerandin..



''Aya ez te tînim bîra xwe,

an jî wan koşeyên te,

ên ku dixwazim maç bikim

û pêsîrên te

ên wisa şaş

mîna pirsê?



gelo hizra te bikim

An jî hizra çavên te ên bel

ên ku dixwazim ramîsim

Û

pora te bînim bîra xwe ?''



19.09.2013 05:59 | endazer

2. navê helbesteka şairê austuryayî erich fried e.. ji aliyê şairê kurd tengezar marînî ve ji elmanî ji bo kurmancî hatiye wergerandin..



''Çiqas dirêj e jîna te?

Çendî kûr e?

Buhayê wê bo te çend e?

Ta kengî tu dê buhayê wê bidî?

Çend dergehên wê hene?

Çend caran te nû dest bi jiyana xwe kir ?

Ma te çi caran

Pêdivî nedît, wê bibezîne?

Eger tu got A,

tu li çarmedorê wê geriyayî,

bi bazinî, an jî bi tengaviyê,

te pê re bazda?



Te çi hizir dikir?

Te çawa dizanî,

Ko tu li dora wê bûyî?

Tu pir caran direviyayî?

Cara siyan wek ya diwan bû?

Bo te baştir bû,

eger te ew rê bi tirimbêlê birrîbûya?

An jî dixwazî bi hêleke din ve herî?

Di gel kê?''



19.09.2013 06:01 | endazer

3. Navê sepana lîstikekê ye.
Wek ku ji navê wê jî xuya dike li ser pirsa ye *.
Ji aliyê leyzok.com ê afirandiye.
Li ser çanda kurda û gelek beşên zanistiyê de pirsan dipirse.
Her wiha bi kurdî ye.
lîstikvan dikarin bi hevre jî bileyizin

Ji bo daxistinê:
Here lînkê



07.06.2020 21:38 ~2020.06.08 11:16 | merwano

4. sepanek gelek serkeftî ya androîdê ye. pêşbirka zanînê ye. ya xweş ew e ku mirov dikare bi hevalên xwe re jî qajişê bikişîne. lê mixabin ji bo vê yekê divê hûn di heman çirkeyan de sepanê bi kar bînin. ji ber vê yekê gelek caran mirov rastî tu kesî nayê. ji vê problemê re çareserîyek bibînin wê baş e. wek mînak mirov dikare di sepanê de daxwaza xwe ya lîstinê tomar bike û bimîne li bendê, dema kesek din hat û wî/wê jî xwest, sepan dikare hişyarîyek bide mirov û wan herduyan bigihîne hev.

pirsên tê de jî xweş in. belî dibe ku li ser xebitîne.



20.06.2020 23:31 | simurg56

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» pirsgirêka serjêkirina heywanan ji aliyê jinan ve

Kategoriyên mijarê:: wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî