Ferhenga înteraktîf
xerakirina bedena amedê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-xerakirina bedena amedê

1. Projeya ku di sala 1935 an de ji alîyê misto kemal û chp ê hatîye lidarxistin
Dixwestin ku bedena amedê xira bikin digotin ev beden ji mezin bun û pêşveçuna bajêr re dibe asteng
Xêr ji xwedê ji alîyê rewşenbir û dîroknasê fransiz ve ev proje hatîye sekinandin ango betal (anha bala min kişand dibe ku peyva iptal ji betal derbasî tirkî bube)kirin

Bîranîn: wî misto kemalê kû jêre digotin jîr,zîrek,zana û pêşerojdîvan hîn grîngîya bedena Amedê nikaribû bidîtîya îja jêre dibên (ileri görüşlü) de bicehimin herin



10.01.2020 20:58 | tîrêj zana 21

2. Ne ji alîyê fransizekê bi xêra Suryanîyekî Sur ê plan sekînî û hilweşandin zêde dom nekir lê dîsa hêla deriyê çiyê qismek xirab kirin paşî yekî suryanî ku nav nayê bîra min ew xiste rojeva ewropa yê ku hemd ji xwedê re plan sekînî.



10.01.2020 22:54 | azad30

3. pêk anîn, mixabin. dewletê xera kir. ne bedenê lê hundirê bedenê xera kir.

dema gelên ku li der û dora avahîyên qedîm dijîn bimirin an biçin, ew avahî / ew kevir jî pê dimirin. ji nîvî zêdetir maneya wan diçe. ew kevirên mayî, ew kevirên dîrokî carekî din dibin kevir. bi tenê kevir. û ji bîr dibe her tişt.

Xwedê belayê wan kesan bide, ên ku hundirê bedenê xera kirine û kirêtiyên nedîtî li şûna wan çêkirine. bi dîtina wan hinekî din dilê mera dişewite. wey dinyayê.



26.05.2023 03:00 | mirovekirind

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» xerakirina bedena amedê

Kategoriyên mijarê:: cihuwar dirok cihuwar dirok cihuwar dirok kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî