Ferhenga înteraktîf
jihevxistin
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-jihevxistin

1. navê helbesteka şairê austuryayî erich fried e.. ji aliyê şairê kurd tengezar marînî ve ji elmanî ji bo kurmancî hatiye wergerandin..



''Ew

evîndarê jiyanê ne

Pir dibêjin

Ew

hez ji jinekê dikin

An himbêza wê

An dengê wê

An

hez ji wê bêhna xweş

a ku ji nanê wê ê nûçêkirî,

difûre dikin

an xaniyekî kevin

an roka

li ber ava



Wateya vê evîn e

pir caran

û tim jî

Ko

hez ji jiyanê dikin



Ew in ên

hez ji jiyanê nakin

lê bi tenê

Ramana hezkirina jiyanê

bilind radikin







Ew hez ji jiyanê dikin

mezinahiya siruştê

û mirovahiya ko

bibe malxweyê xwe.

Da ko

vê evînê bixwazin,

ew ê kesên ko

hez ji jiyanê kiribin

bikujin.''



19.09.2013 06:14 | endazer

2. biwêjek kurdî ye . ji bo cîhazên elektronîk tê bikar anîn . mînak : bes pê bilîze te wê jihevxist .

(bnr: xera kirin)



12.05.2014 15:24 | cegerxwîn

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» jihevxistin

Kategoriyên mijarê:: wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî