Ferhenga înteraktîf
ji bo gera kurdistanê pêşniyar
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-ji bo gera kurdistanê pêşniyar

1. Li her çar parçeyên kurdistanê gelek cih û warên xweşik, dîrokî û hêjayî dîtinê hene.
ger nîyeteke ya we ya gerê hebe, wekî pêşniyar hûn dikarin biçin van deran bibînin:

(bnr: mahabad), meydana ku kurdistan lê hatî îlankirin meydana (bnr: çarçira) an jî ji ber ku çar şêr li wê meydanê ye wekî meydana (bnr: çarşêr) jî tê zanîn.
ger hûn biçin vir teqez li sûka bajêr bigerin û çend mizgeftên dîrokî yê bajêr jî hene, herweha tu silavê bidî kê tu dikarî bibî mêvanê/a wan.
bendava mahabadê jî divê mirov bibîne, taybetî biharê de wekî hemû cihên kurdistanê mahabad jî xwe bi şînahî û rengên biharê dixemilîne. wan çaxan mirov dikare berjorê mahabadê ve hilkeve û bajêrî ji jor temaşe bike.
dawîya dawî jî divê mirov biçe li ser gora (bnr: qazî mihemed), (bnr: seyfî qazî) û (bnr: hecî babê şêx) ku her sê cangorî û pêşengên komara kurdistana mahabadê li wir binax in.

her çiqas îran jî wekî metîngerên kurdistanê yên din zalim be jî, îro cihê tirb û gora wan tê zanîn. lê mirov nikare bikeve goristanê de, bi şibakeyan û dîwaran derûdora goristanê ji alîyê rejîmê ve hatîye girtin.

(bnr: wan), cihê herî xweş li gorî min (bnr: dêra axtamara)yê bû. biharê berfa li ser çiyayên xuya dike, reng û dengê gola wanê bi dêrê mirovî mest dike.



03.02.2020 08:58 ~09:09 | lehî baranyan

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» gerav
» pêşniyarên nivîskarên tirşikê berdêlên peyvên ji îngîlîzî ketiye kurdî

Kategoriyên mijarê:: cihuwar jiyan cihuwar jiyan cihuwar jiyan kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî