Ferhenga înteraktîf
şakiro gotinê dilê rezîl
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-şakiro gotinê dilê rezîl

1. Wey Xwedê Rebbî ca rabe vê sivingê (sibê) ez ê çi bikim ji xwe ji vî dilî.
Hela bala xwe bidê vê sivingê malxirabo mi' dî Kewa Gozel ji xwe re sêl hilanî.
Ji mal derket bi ordama qazê vê sivingê dimeşiya di qulinga koçerê jêrîn de dimeşiya lo dimilmilî eman.
Gelî heval û hogirno, mi' go "keçê kurmalê! tu ji kê re malê dikî? Xwelî li te be, li wî dilî."
Go "lawiko, gelo vê sivingê mi' xêr nedî. Ji xwe vê sivingê ji her çar roj û mirazê ewilî.
Ez ê çi bikim gelo vê sivingê malxirabo, dayika 12 dergûşan im,
ez ê çi bikim, ji te, ji xwe û ji vî dilî.
Hela were qasekê vê sivingê em ê li ser kaniya biniya malan rûnin,
derd û kulê dinyalikê tev birêjin.
Malxirabo ji vî dilê hanê tu çi dibê, tu çi dikulî.”

Digo “Kuro, kurmalo! sibe ye, heft xwezila bi wî çaxî.
Ez ê ji gera biniya malan,**************.”
Te ji min pirsî go “keçê, kurmalê! ******** bi rebbê tu dihebînî, tu ezeb î ya bi mêr î?”
Min ji te re got “Malxirabo! Hela were li malê mêze ke dergûşa hêlanê.
Bala xwe bidê gelo vê sivingê, tu yê ji vê gotinê re çi bêjî gelo, çi bibî serî.”
Min go “keçê kurmalê! Min çûye cem melê gundê me, li kitêbê mêze kiriye; qedera min li serê te ye.”
Go “Lawiko! Bi kaxiz û niviştê, bi şêx û melan tu car vê sivingê naçe serî.”

Go “Delaliyê! Heft xwezila bi xêrê xweziyê bi Xwedê re;
tu ji mala me re bûk bûyayî, ez ji te re malxweyî(malxwedî) bûma.
Xaliq Rebbî gelo vê sivingê li pêşiya konê erebê ez ê rûniştîbûma,
min ê bala xwe berdayê, te li biniya malan, ji xwe re keriyê pezê Qerqaş dida bêrî.”
Min ê bigota “Oyy oyy bermaliya mêrê kotî ye.”
Ez çi bikim qeder yazî kiriye, îlahî ye.
Gelî gundî û cînarno gilî, gazin û loman ji dilê min ê rezîl mekin.
Çav û biriyê reş û belek, şeva îşev min ê ji xwe re di xewna xwe de diye.


hezar rehm li gora şakiro be!



08.02.2020 20:38 | tîrêj zana 21

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» şakiro gotinê ferzende
» gotinên erotîk bi kurdî
» dilê xemgîn

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrn muzikstrn kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî