Ferhenga înteraktîf
flashhilat

Navê mijarê ya ewil ev bû:flashhliat
(1) (0) (3)
di mijarê de bigere
tirşik-flashhilat

1. fanzîna wêneyan a xwerû bi kurdî ye û heta niha çawa mijara wê kovarê li tirşikê nehatiye vekirin, ez şaş mam.:/

bi mottoya "fanzîna bi fotografiyê dinizile" wêneyên ji wênegir û mirovên jirêzê tên bi nivîsên wan bixwe re çap dike.

fanzîna ku tê çapkirin û belavkirin e lê jiber pandemiya koronavîrûsê vê mehê wek e-fanzîn hatiye belavkirin. hejmara xwe ya 15an a nîsanê bi navê Coronahilat derxistiye.


ji bo daxistinê: Here lînkê



01.04.2020 18:11 | xelîl

2. bi hejmara 15’emîn a meha nîsanê (2020) ji bo balê bikişîne ser vîrusa koronayê bi navê “coronahilat” çap bûye.

Herwiha ew hijmar weke e-fanzin derketiye. Lê gotine ku paş vîrûsê em ê print jî bikin.



06.04.2020 17:11 | cinorek

3. fanzîneke fotografiyê ye. di nav arşîva min a kovarên kurdî de ew jî cihê xwe girtiye



06.04.2020 22:08 | bedirxan

4. mixabin êdî bûye xilashilat.

Here lînkê



14.04.2020 16:46 | cinorek

5. Fanzîna ku bi hejmara 16an jinûve dest bi weşana xwe kiriye.
Here lînkê.



12.10.2021 19:39 | cinorek

6. Wê rojê çûm pirtûkakurdî min gelek pirtûk stendin lê nizam çima min ev fanzîna ku zûde bû li bende bûm hema hejmarek be jî têxim tûrikê xwe di çav re kir û dizî* buhayê wê ne tiştek bû lê mîna min got dilê min xwest bidize û min hew dît way ketiye kîsikê min jî. Dest avêtibûn mijarek ecêb. Ji min re wer hate ku mîna podcastek perxudresê bi awayê fanzîn dixwînim. Mijarek balkêş û herikbar û têrmagazîn bû. Min bi coş xwend, dibe ku tehma diziyê be jî nizanim*



25.08.2022 21:51 | rizgarm

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» flashhilat

Kategoriyên mijarê:: nuce kovar nuce kovar nuce kovar kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî