Ferhenga înteraktîf
biharê çikandina darê fekiya
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-biharê çikandina darê fekiya

1. Biharê tişta herî xweş eve ku meriv bîhne darekî biçikîne.
Nîv mêtro erd dikolî, hinek xweliya nerm berdidî dora darê hinek peyn berdidî paşê delava wê çêdikî, karekî ne zehmete .



10.04.2020 11:44 | serhedo bê kiras

2. li serhedê kurdên me pir ji bo çandin û xwedî kirina darê fêkiyan sersar in. mirov vê cudahiyê li xelatê dibîne tirkên xelatê hema bêje her cure darên fêkiyan çandine û her sal gelek fêkî jê hildiberin.

yanî serhedî di vê aliyê de pir tiral in. bawer im hêdî hêdî dê rast be. mezinên me ku qala ermaniyan dikin. dibêjin bax û rezên wan hebûn filan bêwan... madem em wiha qal dikim çima jê dimînin.



10.04.2020 16:57 | roberz

3. Di vî warî de jî kurd li paş mane, nizanim çıma gelo
Ewqas ax, bax û gulîstanên xweşik di destê van gundiyan de henin, lê diçin tiştên bêtahm distînin ji bazaran

dibe ji ber ku dema berê tenê bax û baxçên beg û axayan hebû, lê niha hênceteka wisa nemaye, her kes dikare dar û beriyan deyne.



10.04.2020 18:05 | afa

4. li serhedê em ji sirrê bîr nabin ku berê xwe bidin daran, havînan jî zêde li siya wan nagerin. belê ev çend sal in furyayek çêbûye, dar tên çandin, dar tên hezkirin. dar baş e. bila sa be.



11.04.2020 03:20 | hêvî

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» biharê çikandina darê fekiya
» darê zorê

Kategoriyên mijarê:: huner huner huner kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî