Ferhenga înteraktîf
kfc
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-kfc

1. dikanên zîncîr ên fastfoodê ye. lê hîn li stenbolê li her derî nayê peydekirin.

menûyên wan ên satil* mirov têr dikin, hêtên tûj û topên sîngên mirîşkan tehmxweş in. ev 20 roj in ji ber kovîd19ê girtî ne.



19.04.2020 23:33 | biruya hayao miyazaki

2. kentucky fried chicken, piştî mcdonald’sê duyemîn restoranta zîncîr a fasfoodê ya herî mezin a cîhanê ye. Di sala 1952an de ji aliyê mîralay harland sanders ve hatiye damezrandin. Û li 136 welatan şûbeyên vê şîrketê hene.

Restoranta ku min saya serê vê karantînaya kambax bêriya satilan wan kiriye.*



20.04.2020 02:39 ~02:40 | xelîl

3. tam şîrketekî emerîkî ye. bi hevkariya cooler masters, konsola lîstikê ku mirov dikare tê de mirîşkan germ bike çêkiriye.

Here lînkê



23.12.2020 21:23 | hueyn

4. Te gotin ku terîfa orîjînal a mirîşka sorkirî ya navdar a KFC-yê gelek wext e hatiye veşartin û tê ragihandin ku li Louisville, Kentucky, di kaxezek de hatiye nivîsin û veşartiye. tenê çend kesên bijartî bi pîvana biharat û giyayên ku ji bo terîfê têne bikar anîn dizanin.



07.03.2024 15:42 | cinorek

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» kfc extreme + light cola

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin xwarinvexwarin xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî