Ferhenga înteraktîf
çûyîna ewropa
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-çûyîna ewropa

1. bi rastî demek gelekî direje di bîra min de ye. lê van rojên dawî bêhtir dixwazim biçim ji vî welatê. ji bo perwerdehîyê ji bo aborîyê ji bo azadî û serbestîyê. lê dîsa jî destê mirov ji welat nabe. ji xwe ji bo çûyînê jî derfet lazim e. gelo tirşikvanên wekî min difikirin an jî yên fikra xwe anîne cih û çûne poşmanin ? pêşniyarîyên we çi ne? û bi kîjan rêyan mirov dikare biçe? ji bo kurdên zanîngeh qedandine çi derfet hene? welatê herî baş kîjan e?



03.05.2020 21:25 | kalo

2. (bnr: xeyalên tirşikvanan)



03.05.2020 22:08 | brzn

3. sê sal berê, rojekî xwendevanekî minê hêja û fama, hate ba min, me hinek xeber da, di pola dawî de bû, min jê pirsî ka piştî zanîngeh xilas bibe wê çi bike, çawa bike.
go pir fikreka mina delal û zelal heye. kêfa min hat min got ka keremke çi ye?
bi kurtî got: "ezê herim ewropa, bi jinekî pîr, jinebî hema çi dibe, lê dewlemend re bizewicim, ji xwe re jiyaneke baş bidomînim. ez hê nikarim herim bixebitim û pera bidim hev û nizanim çi. kengê jinik mir ez karibim ezê ji nûve bizewicim, jiyaneke nû dest pê bikim." devê min vekirî ma, min di jiyana xwe de tiştek wisa ne dît û ne bihîstibû.

îsal hat ziyaretiya min, min jê pirsî van gotinên wî, go "ez li elman dijîm, jineka çil û şeş salî min ji xwe re dîtîye, di nêzîk de emê dawet bikin."
ne henek û ne hewes bû, lawik pir jîr û hêja bû, lê van awayên wî ez pir şaş mam, min nizanibû bêjim çi, min got li ser xêrê be. li gorî gotina wî û hin xwendevanên din jî gelek kes li wê rê diçin, hinik dikarin û hinik jî nikarin tiştek bikin, vedigerin. tiştek pir ecêb hat û hê jî tê ji min re.



04.05.2020 01:43 | afa

4. Xeyala keç û xortên rojhilata navîn û afrîkayê.

mijara civaknasî û derûnnasiyê ye lewre wana mirinê jî natirsin



04.05.2020 04:20 ~04:22 | jehr

5. ji bo kesên ku li ewropa ji dayik bûne re ne lazim e, ew êdî li ewropa ne weke hola êzîda. hûn 5 bajarên tirkan yan kurdan belaş bidin min ji bo ez li wê derê bijîm ez terka almanya nakim. em heroj spasdarin ku em ji bin zilma civaka misilmanan derketin. kî bi rêza dilê xwe vedigere cehnimê?



04.05.2020 17:29 | hola êzîda

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
hînbûna îngilîziyê [1]
Ji bo kesên wek zanistvan, siyasetmedar, kesê têkildarê karên derve, g...
belki ev jî bala te bikişînin
» çûyîna elektrîkê
» ewropa

Kategoriyên mijarê:: geruturistik jiyan psikoloji ekonomi geruturistik jiyan psikoloji ekonomi geruturistik jiyan psikoloji ekonomi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî