Ferhenga înteraktîf
efes
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-efes

1. Bi îngilîzî navê wê ephesus e.

Bajareke antîk a iyonyayê ye, efes jî tê da iyonya 12 bajarên pêk tê. Piştî çaxa klasîk a Yunanan ev bajar dikeve destê romayê. Ji aliyê ticarî, siyasî, dînî ve bajareke girîng e. Çend cara pê erdheja hildiweşe piştre bajar ji nû va tê avakirin.

Efes niha di nav navçeya selçuk a Îzmîrê da dimîne.

ji vê bajarê kevnar da cihên ku hê ser piyan e ev in: Kitêbxaneya Celsusê, mala mêrem a dayika Îsa pêxember, eshabê kêf, şanoya mezin, hemam û tiwaletên giştî, kolanên mermer, xaniyên berjor û hwd.

Perestgeha Artemîsê hema bêje ji ortê rabûye.

Gelekî turîst her sal ji bo gerê û boyî hacê, serlêdana dêra mêrem a dayika Îsa pêxember tênê li vir.

Meriv gava li hundirê bajarê digere şaş dimîne beriya hezar salan çawa medenîyeteke USA hatiye çêkirin. Sîstema kanalîzasyonê, hemam, şano, perestgeh, kitêbxane, rêyên bi mermer hwd.

efes li ber behrê hatiye avakirin, îmkanên keştiyên hebûye nêzîkî wê bibin, lê belê ji ber tijîbûna behrê ji lîmanê dûr ketiye, loma qîmeta xwe winda kiriye.

Li wir Reklama ewil a dinyayê li ser mermerekî hatiye neqişkirin, ew nîşana rêya kerxane dike.



09.05.2020 00:14 | mîr

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» efes

Kategoriyên mijarê:: geruturistik cihuwar geruturistik cihuwar geruturistik cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî