Ferhenga înteraktîf
hokirin
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-hokirin

1. Gava ku meriv hin ajelan hoyî liv û tevgeran dike, jê re dibêjin hokirin. Wek mînak meriv dikare ajelan ho bike ku bi rengekî taybetî biçin. Heger meriv hercar bi wan şa bibe û tiştekî xwarinê wek xelat bide wan, wê demê ajel baştir ho dibin. Hin ajel zû ho dibin, bi taybetî jî hesp û kûçik. Hokirina hespan bi xwe re pêşbirkên spora olimpiyadê jî hin ajelan hoyî aniye. Di pêşbirkê de diyar dibe ku meriv hespê xwe hoyî çi kiriye.cp.

ji ansîklopediya zarokan e.



12.05.2020 12:37 ~2021.05.20 15:48 | sitî cp

2. ho di kurmanciya gewr de "wiha/wisa/wilo" ye. ho bike: wiha bike.



12.05.2020 15:25 | hespêsor

3. Lêkera ku di devoka kurdên rihayê de di dêrva lêkera "hînkirinê" tê bikaranîn. Herwiha ji dêrva "hînbûnê" ve jî "hobûnê" bi kar tînin.



13.05.2020 02:16 | ceso

4. Carna wek dijûn, çêr tê bikaranîn, Gava kesekî zêde tund yan jî hişk diçe tê, li meriv diqelibe, yan pê li cihekî meriv dike;

- ho ho bere heywan
- ho ho te çi xwariye îro



13.05.2020 07:14 | afa

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» hokirin

Kategoriyên mijarê:: ajal ajal ajal
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî