Ferhenga înteraktîf
mamostetiya bipeyman
(0) (1) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-mamostetiya bipeyman

1. mamostetiya biucret an jî mamostetiya bimiz *

pênas : xwînmijandin e .

dewlet mamosteyên 4-5 salan fakûlte xwendî distîne, kengê bixwaze ji kar derdixîne, rojên betlane be pere nade û ji bo her saetên dersê 8 tl pere dide.

mamosteyên bipeyman herî zêde dikarin heftiyekê de 30 ders bidin. yanê mehaniya wan herî zêde 1000 tl ye. ma nexwe ev ne xwînmijandin e çi ye ?

weke mamoste ji te re pêwîst e, tu çima atama nakî û wan weke bikadro nastînî ?

û tiştek din, kesên beşên 2 salî xwendî jî dikarin bibin mamosteya bipeyman .

weke mînak, mamosteyê 5 salan biyolojî xwendî nikara bê atamakirin, lê şûna wî dewlet diçe kesekî 2 sal xwendî digire û dersên biyolojiyê bi 1000 tl yan ji kesek tu tiştî nezane re dide dayîn .



25.09.2013 00:03 | brusk56

2. pale ne bi heqdest û nanûziko dişixulin.. ez ê bêjim bila neşixulin û vê çerxa qirêj ya dewletê neçerixînin lê zanim hinekên rabin û bêjin ma bila ji nêza kîrê xwe bimijin.. di gelek sektoran de ev alozî û arîşe heye.. dema sektorek zehf were tercîh kirin yanî karker û karmendên potansiyel yên wê sektorê zehf bin bivê nevê miaş û pereyên têne standin dadikevin û şertên karê tê kirin jî girantir dibin..

çare ne drogba ye helbet! û ne demokratîk modernîte ye jî.. biçekÎ hişmendî û biçekÎ piştgirtin..



25.09.2013 00:21 | endazer

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» mamostetiya bipeyman

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî