Ferhenga înteraktîf
girr û gallî mindallanî kurd
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-girr û gallî mindallanî kurd

1. Yekem kovara kurdî ya zarokan e. Serperişt û midurê îdareyê ya kovarê qadirî muderris e ku ev kovar xwerû bi zaravayê Soranî, bi temamî li ser hev 3 hejmar derketine. Kovar ji aliyê komara kurdistanê û li paytext mehabadê di Çapxaneya kurdistanê de çap bûye.

Li ser bergên pêşî, li ser navê kovarê, ev dirûşm di her sê hejmaran de jî hene:
“Bi navê Xwedayê Berz û Bêhewta - Bijî Kurd û Kurdistana Mezin”.

Di berga dawî ya hejmara yekem de armanc û mebesta kovarê, di bin sernava
“Pendên Xoşewîst” de wiha hatiye ravekirin: “Ev kovar bi tenê ji bo ronîkirina mejiyê
xwendewar û zarokên Kurd e.”
Piştî diyarkirina vê armancê, daxwazeke wiha anîne
ziman: “Lewra hûn di rêya fêrkirin û perwerdekirinê de ji me şarezatir in. Tika ye ji
we nêrînên xwe ji bo me binivîsin ta her ku biçe baştir be û her cureyekê ku li gorî
mejiyê xwendewaran guncav be, emê di hejmara duyem de derxin.”


Li ser berga pêşî ya hejmara sêyem jî wêneyeke Selaheddînê Eyyûbî
heye ku li her du teniştên wêneyê du dirûşm hene û li tenişta rastê: “Her bijî fexrê
qewmê Kurd û sultanê Ereb” û li tenişta çepê jî wiha hatiye nivîsîn: “Tu nemirî
Selaheddînê Eyyûbî neseb”.
Here lînkê

Di naverokê de zêdetir li ser perwerdekirina zaroka ye. ev yek, wê çaxê xala sereke ya
hemû kovarên zarokan bû. Naverok monoton, rij û bêhnteng nîne, pir rengîn û bi kêf e. ne tenê bi rêya nivîs û xwendinê ye, her wiha bi rêya lîstinê jî perwerdehî dide. Di kovarê de li gorî cûreyan: 8 helbest, 12 gotar, li 3 deran takeristeyên watedar hene, 6 çîrok, 3 dersên ziman, 2 agahdarî, 3 misabeqe/pêşbaziyên ji bo hêzkirina mejî û 3 nivîs jî di bareyê rewşenbîriya giştî de hene.



16.06.2020 12:08 ~12:10 | xwelî li ser

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» girr û gallî mindallanî kurd
» kurdên zimandirêj

Kategoriyên mijarê:: kovar zarok kovar zarok kovar zarok kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî