Ferhenga înteraktîf
feqîr ahmed
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-feqîr ahmed

1. Nivîskar û helbestvanekî kurd e. Nivîsên xwe xerîbîyê nivîsîye. Nivîskarê pirtûka dîwana reş - 1 e. Helbestên wî bûne gotinên strana. Helbesta wî ya herî navdar rêya kobaniyê ye.

Riya kobaniyê bi dar e
Siwaran xware, xwar e
Qelenê keçika delal
Ser milê min bê bar e

Pêşiya malan bi kundir e
Şîrîn keçika Xidir e
Por sor e, zer û kesk e
Şîrîn û xemla min e

Pêşiya malan bi genim e
Va paliyan xime xim e
Şirîn xwuşka Ferhat e
Xilxalan xwuşe xwuş e

Pêşiya malan bi kizin e
Destê Şirîn da bazin e
Qelenê keçika Ulkiya
Sed û pênce bizin e

Ez diçûme nav malan
Xidir go were malan
Şirîne baş û rinde bû
Xort mane dest hevalan

Dara gundê me bî ye
Ser çilo binda sî ye
Şirin lê rûniştî ye
Didurê kumê sipî ye

Ez duçûme ser daran
Şirîn hate nav malan
Xwesteka şirîna me
Ketiye destê nezanan

Li xendekê li ber çayê
Berf û baranê dayê
Bav û dayik soz dan min
Li ser sozê xwe nayê

Pêşiya malan bi rê ye
Şîrîn tev tê ra tê ye
Pir çeleng û çav reş bû
Tê bidim milk tinê ye

Pêşa malan bi xendek e
Feqir da destan çek e
Şîrîn diçê serê çiyan
Gotina xidir nak e

25.4.1977



16.06.2020 14:34 ~14:53 | yûsiv

2. Di 31ê adarê de li kolna almanyayê çûye ber rehma xwedê. Xweda bi rehma xwe şa bike û êşê wî jê re têxe kefaretê gunehê wî.





06.04.2023 15:32 | rizgarm

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» feqîr ahmed
» ahmed kurdî

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje niviskarhlbstvn jiyan cand yendin niviskarweje niviskarhlbstvn jiyan cand yendin niviskarweje niviskarhlbstvn jiyan cand yendin kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî