Ferhenga înteraktîf
rengê bihûştê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-rengê bihûştê

1. Fîlmekî (bnr: majid majidi) ye, ji nava jiyanê ye. serlîstikê fîlmê kor e û di nava fîlm de gotineke ecêb dibeje:

" Ez ê bi dest û tiliyên xwe li hemû deverî bigerim û xwedê bibînim. ger ku min ew dît ez ê hesabê dinyayê jê bipirsim.". lê mixabin berî ku bibînê diçê ser rehmê...



26.09.2013 20:48 | serxush

2. fîlmek têra xwe xweş û serkeftî ye lê mirov dibêje qey ne li îranê lê li nav daristanên amazonê hatiye kişandin.. her der dar û hişÎnahî.. ji her derî guvîna bê, xuşÎna avê, wîtwîta çivîkan tê.. hemû sehne û sekansên fîlmê wekê kartpostalan e û mirov guneh dikê lê binêre.. fîlm di çarçeveya têkiliyên di nav pîrik, bav û kurrî de li bersiva pirsa bînahiyê digere.. di fîlmê de du kor hene bi mirina korekî çavê korekî vedibe.. yanî mirovên nankor û bênanûxwê yên ku çavê wan li heqîqetê bel nebûyîn radixe ser kadraja xwe.. fîlmek safî û samîmî ye.. her kesê ku bi çûnûhatin û gerûfetla qederê biçekî lewitî divê dilê xwe bi fîlmên wihareng bişû û ava rûyê xwe pê bizenzilîne..



26.09.2013 22:27 | endazer

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» rengên nû yên tirşikê

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî