Ferhenga înteraktîf
01.07.2020 tenzîma medyaya civakî li tirkiyê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-01.07.2020 tenzîma medyaya civakî li tirkiyê

1. rte Îro daxwiyaniya xwe de gotiye ku bikaranîna medyayên civakî yên wekî youtube, Twitter, Facebook hwd. were tenzîm kirin ku wê çawa bê şixulandinê.

Ev jî me re nîşan dide ku belkî demekî kurt de wan bê asê kirinê yan jî li ser wan sansurê daynin.

Hê rewşa tirşik.netê belî nîne, ka qehwexaneya tirşikê me çi bibe, em ê lê binêrin.



01.07.2020 23:42 ~23:46 | mîr

2. Dîsa em hewceyî vpn yan bûn.



01.07.2020 23:45 ~2020.07.02 00:00 | yûsiv

3. ku ekşi hat qedexe kirin belkî populasyona me tirşikvana berbijor bibe.
wekî din tirkî dîsê dîkta xwe eşkereyê dinyê kir.



02.07.2020 00:47 | shwinsherm

4. ez piştgirî didim. bêhenek! xelk aqil avêtiye ji rûyê soşil medyayê.



02.07.2020 01:35 | tizbîkêş

5. bi twitter facebook wp instagram an jî tiktok roj çiqas vala diçin mirov nizane.
van sepana hindirê her tiştan vala kirîye yên herî vala kirîye jî hevaltî û evîne. tama qet tiştekî ne maye.
alî din zatî azadî tûne ev jî bibe miletê qafê xwe bixwe



02.07.2020 02:03 | doesntmatter

6. dibên vê carê vpn jî bikêr nayê. ya bixêr. hema bila qedexe bikê. belkî di vê hilbijartinê de biqeşite û herê kerê dirêj.

piştî vê daxuyaniyê devlet bahçeli tweetek avêt gote tweeta min î dawî filan.. pişt re hemî kuçikên wî tag vekirin û gotin em hesabê xwe digrin. pişt re akpyî jî hesabên xwe girtin. xêra xwedê ye .*



02.07.2020 21:47 | xwelî li ser

7. bawerim bûye sedema bêdengî ya ser tirşike jî. piştî vê agahîyê bes kesek nanivîse.



07.07.2020 22:43 | golikvan


9. (bnr: fermana tenzîmatê)



07.07.2020 22:59 | mîr

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» 01.07.2020 tenzîma medyaya civakî li tirkiyê
» medyayakurdi.com

Kategoriyên mijarê:: nuce nuce nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî