Ferhenga înteraktîf
di nav kurdan de pîrozkirina rojbûnê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-di nav kurdan de pîrozkirina rojbûnê

1. Edeteke nû ye, di nav Kurdan de.
Li gorî min qet ne samîmî ye.
Ev edet ne li gorî çanda kurda ye.
Ji xwe piranî Kurda rojbûna wan çewt e, di ser de jî rojbûn were pîrozkirin çi ye newê pîrozkirin çi ye?



02.07.2020 12:27 | merwano

2. li cem me kurda tiştekî wilo tinne seba em mirov û ajal yek in ..
ka ajal hevdû pîroz dikin ?



02.07.2020 13:26 | shwinsherm

3. Ez bi xwe hej pîrozbahîyên rojbûnan nakem wekî gelekî pîrozbahîyên dî. Belê girêdana rojbûnê bi Kurdan ve bo min ecêb têt. Tiştekî bi modernîzmê berbelav bibe ma ne normal e paşî bigehe hin kesan. Ji wextê ku min dinya fêm kirîye heta nihe(24 salî me) malbata min rojbûna min her pîroz kirine. Nexwe em ne Kurd in.



02.07.2020 17:19 | buffaloskinners

4. Ev tişt mala me mîrat kir..Çî edeteke tewşomewşo ya yerebbî..Ez bi malbatê xwe re hema bêje gişt re şer kirim ji ser vî edetê eletewş..ên me jî dibên em vî rojê Pîroz nakin, tenê em tên ba hev em pasta dixwen û em hev dibînin..Ez jî dibêm em vî tişte dotina rojê bikin ,nabe?
Dibên na*



03.07.2020 10:04 | xeletnivîs

5. Emrê min de yek car ji bo min hatîye çêkirin. Ew jî bi alîyê mamoste yên me ya tirk hat çêkirin. 8 salî bum, pola duyemîn da bum. Nayê bîra min ku mamoste organîzasyonek wisa tenê ji bo min amade kiribû, yan na. Piştî pîrozkirina rojbûyîna min, mamoste min Gazîyê ba xwe kir û ji minre pasteyek din jî stendîbu, wê jî da min û ez birim malê.



03.07.2020 17:05 | lonw karda

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» navenda çanda mezopotamya
» kurdan
» pîrozkirina cejna xidir nebî li moskovayê

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî