Ferhenga înteraktîf
dayo
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-dayo

1. Peyva ji bo gazîkirinê ya dayîka meriv e. Da, dayo, dayê, yadê, dada, dayîk û gelek peyvên din jî hene ji bo dayîkê.

Lê mixabin gelek kurd ji diya xwe re nabêjin dayo. Şûnê de ji pîrika xwe re dibêjin dayo, wekî ku ji kalê xwe re jî dibêjin bavo.

Ji ber ku piraniya Kurdan zû dizewicin û hê emrê wan li dora çilî ye dibin kal û pîr. Dibin xesî û xezûr. Lê naxwazin kes ji wan re bêje kalo pîrê. Ji ber wî ji wan re dayo bavo tê gotin. Û mixabin gelek peyvên din hebin jî zarokên Kurdan ji diya xwe re dibêjin ana. Yanê ne yekser be jî kal û pîrên kurd dibin sedema bişavtinê.



10.07.2020 00:43 | afa

2. Tespîtek di cî de ye. Ez jî gelek rast lê hatime. Dêya xwe re dibêjin “ana, anê” kal û pîrê re jî dibêjin “Dayê, bawo”. Ger ne şaş bim ruhiyeta fikr û mejiyên wan ev e. Peyva “ana” modern e, peyva “Dayê û Bawo” jî kevn e. * (bnr: trajediya nifşên nû)



10.07.2020 00:48 | kajav

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» dayo

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv zimanpeyv zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî