Ferhenga înteraktîf
srî lanka
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-srî lanka

1. Srî Lanka, navê wê heta sala 1972yan Seylon bû, girav û komarek e ya ku dikeve başûrî Hindistanê, li Asyayê. Zimanên ku lê tên axaftin sîngalîzî (sinhala), tamîlî û îngilîzî ne.

Serbajarê Srî Lankayê Colombo ye.

Zimanên fermî: Tamîlî, sîngalîzî, îngilîzî
Paytext: Srî Jayawardenapura Kotte
Bajarê mezin: Colombo
Sîstema siyasî: Komarî
Rûerd: 65.610 km2
Dirav: Rupeeya
Nîşana înternetê: .lk
Koda telefonê: +94



12.08.2020 12:01 ~12:01 | yûsiv

2. welatê ku çaya kaçax jê tê *



26.03.2021 23:56 | merwano

3. welatê ku tiştên nehatî anîne serê rebenê gelê tamîlan. shiam selvedurai di romana xwe ya Funny Boy-ê de* ji jiyana xwe tev daye û derbarê berpêbûniya xwe ya zayendî honaka xwe ava kiriye û welatê xwe sêwirandiye. di paşxaneya çîroka xwe de polîtîkayên qirêj ên sri lankayê bo tamîlan jî vegotiye. min gelek êşên xwe di vê romanê de dîtin.

wekî anekdot: yek ji hikimdarên misilmanên hindistanê artêşeke behrê ava kiriye bo ku çîyayê qafê kifş bike û dagir bike û bi ya wan ew çîya li sri lankayê bûye. bi rastî jî ha. hinin keştiyên osmanî jî ketine destên wî hikimdarî û bo armanca xwe dest danîna wan û kaptanên osmanî (seyîd alî?) tazî şandine welatê wan...

têkilî pê tune ye: KAZKA — ПЛАКАЛА.



27.03.2021 00:06 ~00:07 | biruya hayao miyazaki

4. Welate ku navê wî yê kevn Seylan bû.
Ma me hindik çaya seylanî vexwar.



27.03.2021 11:19 | navîgiranmezelîwêran

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» srîlanka

Kategoriyên mijarê:: geruturistik cihuwar geruturistik cihuwar geruturistik cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî