Ferhenga înteraktîf
kurterêbera rastnivîsînê ya wîkîpediyaya kurdî
(10) (1) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-kurterêbera rastnivîsînê ya wîkîpediyaya kurdî

1. (bnr: wîkîpediya) kurdî ji bo endamên xwe rêbereke rastnivîsînê weşandiye.Kesên ku nivîsandina kurdî nizanibin jî tenê van tiştan rast binvîse jî dikare sedî 80 rast binivîse.Ez vî mîjara ((bnr: lêkerên bidaçek)) ku mergehez nivîsiye jî pêşnîyar dikim.
"ku", ne "ko": ew dibêje ku...
"iy", ne "îy": çiya, jiyan, kiriye...
"ji bo, li gel, li ser, bi hev re...", ne "jibo, ligel, liser, bihevre / bihev re /bi hevre..."
"dest pê dikin", ne "destpêdikin, destpê dikin, dest pêdikin..."
"bi kar tînin", ne "bikartîn / bikar tînin / bi kartînin..."
"kurd im, kurd î, kurd e, kurd in", ne "kurdim, kurdî, kurde, kurdin"
"zimanê kurdî, gelê kurd, adar, newroz", ne "zimanê Kurdî, gelê Kurd, Adar, Newroz"
"ez ê bikim, min ê bikira", ne "ezê bikim, minê bikira"
"hevalê min ê baş", ne "hevalê minê baş"
"zimannasî, serokkomar, xurttir, bilindtir...", ne "zimanasî, serokomar, xurtir, bilintir..."
"bigirim, binivîse, nekişînin...", ne "bigrim, binvîse, bikşîne..."
"lîstin, kuştin, axiftin, hefs, heft...", ne "lîztin, axivtin, kujtin, hevs, hevt..."
"Chomsky, Einstein, Shakespeare...", ne "Çomskî, Aynştayn, Şêkirspîr..."
"di kitêbê de, bi min re, ji wir ve...", ne "di kitêbê da, bi min ra, ji wir va..."
"cînav di kurdî de, gerînek li Kurdistanê, peyamek ji wî...", ne "di kurdî de cînav, li Kurdistanê gerînek, ji wî peyamek..."
çavkanî : https://ku.wikipedia.org/wiki/W%C3%AEk%C3%AEpediya:%C5%9E%C3%AAwaz



08.04.2020 15:47 ~16:10 | brzn

2. ji bo şaşnivîsên herî zêde tên kirin xweş hatiye çêkirin.

***
"ku", ne "ko": ew dibêje ku...
"iy", ne "îy": çiya, jiyan, kiriye...
"ji bo, li gel, li ser, bi hev re...", ne "jibo, ligel, liser, bihevre / bihev re /bi hevre..."
"dest pê dikin", ne "destpêdikin, destpê dikin, dest pêdikin..."
"bi kar tînin", ne "bikartîn / bikar tînin / bi kartînin..."
"kurd im, kurd î, kurd e, kurd in", ne "kurdim, kurdî, kurde, kurdin"
"zimanê kurdî, gelê kurd, adar, newroz", ne "zimanê Kurdî, gelê Kurd, Adar, Newroz"
"ez ê bikim, min ê bikira", ne "ezê bikim, minê bikira"
"hevalê min ê baş", ne "hevalê minê baş"
"zimannasî, serokkomar, xurttir, bilindtir...", ne "zimanasî, serokomar, xurtir, bilintir..."
"bigirim, binivîse, nekişînin...", ne "bigrim, binvîse, bikşîne..."
"lîstin, kuştin, axiftin, hefs, heft...", ne "lîztin, axivtin, kujtin, hevs, hevt..."
"Chomsky, Einstein, Shakespeare...", ne "Çomskî, Aynştayn, Şêkirspîr..."
"di kitêbê de, bi min re, ji wir ve...", ne "di kitêbê da, bi min ra, ji wir va..."
"cînav di kurdî de, gerînek li Kurdistanê, peyamek ji wî...", ne "di kurdî de cînav, li Kurdistanê gerînek, ji wî peyamek..."



13.11.2020 17:07 | cinorek

3. Dibêm qey çewtîyek bi nivîsandina mînaka heftem ra çê bûye.

Çewt û rastnivîsîn ên mînaka heftem herdu jî wekhev hatine nîşandan: "zimanê kurdî, gelê kurd, adar, newroz", ne "zimanê kurdî, gelê kurd, adar, newroz"



14.11.2020 13:34 | mirovekirind

4. rêzikên ku ji ber pergala tirşikê madeya 7. çewt hatiye pêşandan. lewra di ferhengên înteraktîv de tîpên girdek nayên bikar anîn. loma jî rêzika 7. de ya rast û çewt weke hev hatiye nivîsîn. di ya orjînal de, piştî ne..... tîpên ewil mezin (girdek) hatine nivîsîn.

yanê. zimanê kurdî, gelê kurd. adar, newroz ne zimanê kurdî(k mezin) , gelê kurd (k mezin), adar ( a mezin), newroz (n mezin)



14.11.2020 14:55 | tîrêj zana 21

5. ew rêber e ku gava ji wîkîpediyayê derbasî tirşikpediyayê bû, naveroka wî teqleyek avêt.

(bnr: nivîskarên tirşikê çima bi tîpên hûr dinivîsin)



14.11.2020 15:37 | mirovekirind

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurterêbera rastnivîsînê ya wîkîpediya kurdî
» wîkîpediyaya skotî
» kurdîya machine learning

Kategoriyên mijarê:: zimanbiwej tirsik zimanbiwej tirsik zimanbiwej tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî