Ferhenga înteraktîf
seven samurai
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-seven samurai

1. Kul û derdê destebirayê min (birûya hayao miyazaki) bû.

Fîlma ku, tevî ku li beşa fîlman hatibe zêdekirin jî, mijara wê, wek fîlm/rêzefîlm, venabe.

Fîlma ku min hê jî temaşe nekiriye :/ eyba reş û şerma giran.

Bo kurdî hatiye wergerandin. Dikarin li ser telegramê temaşe bikin. Ha ji we re lînka fîlmê: Here lînkê



17.11.2020 11:31 | xelîl

2. Fîlma ku Bi navê xwe yê japonî 七人の侍 (Shichinin no Samurai) di sala 1954a li Japonyayê hatiye çêkirin. Ji bo fîlmê nêzîkî 2 milyon dollar hatiye xerc kirin. Fîlm di sedsala 16an de derbas dibe. Fîlm qala êrîşên eşqiyayan ku li ser Samuraya ve tê kirin dike.

Derhêner: akira kurosawa
Amedekar, çêker: sojiro motoki
Senarîst: akira kurosawa, shinobu hashimoto
Muzîk: fumio hayasaka
Lîstikvan: toshirō mifune, takashi shimura
Cure: dram aksîyon, şer



17.11.2020 11:40 ~11:40 | yûsiv

3. (bnr: shichinin no samurai)
(bnr: ji lêgerînê bawerkirin)



17.11.2020 12:39 | mergehez

4. fîlma ku nakeve ji lêgerînê bawerkirin. di beşa fîlmê ya tirşikê de wekî seven samurai hatiye qeydkirin. ji ber wê ye ku di wê beşê de bişkoka şîroveyê jî vala bû û dema te pê li "te bivê tu veke"yê dikir valahiyeke mezin xêrhatina te dikir. di hesaba fîlman a tişikê ya telegramê de fîlm wekî shichinin no samurai hatiye pêşkêşkirin lê îcar li ser posterê bi herfên qerase seven samurai e dinivîse. * yanî qeder rê li me girtibû. *
Here lînkê

ps: unvana xelîl êdî şovalyeyê tirşikê ye û peywira wî jî qelihandina kul û derdan e. 100 point go to you hogiro. her bijî. *



17.11.2020 20:59 | biruya hayao miyazaki

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» seven pounds
» samurai

Kategoriyên mijarê:: nuce nuce nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî