Ferhenga înteraktîf
sondaya nazogastrîk
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-sondaya nazogastrîk

1. Rêbaza ji bo nexweşên ku ji dev nikarin xwarinê bixwin û jiyana xwe bidomînin tê bikaranîn. Ji xeynî vêya ji bo şuştina madeyê jî tê bi kar bînin.

Bi maneya xwe ya ferhengî jî diyar dibe di latînî de naso "poz" û gastrîk jî "made" ye, yanê sondaya poz û madê ye. Yanê emê xortimê ji poz heta madê berdin jêr.

Beriya her tiştî divê serê nexweş qasê 45 derceyan rakirî be. sondaya ku gorî nexweş hatiye hilbijartin û pîvandin bi jelek şemitok were malaştin da ku rehettir here jêr. Û ji poz de (ku heke nexweş li ser hişê xwe be divê jê re were gotin bila hereketa daqurtandinê bike) sondayê hêdî hêdî bera jêr didin. Gava sonda hat cihê hatiye hesab kirin, divê bi şirinqeyek devmasterk (bi tirkî dibêjin "çam uçlu" ma bi kurdî çima navek weha nebe * )hewa bide dayîn û bi steteskopê jî were gohdarî kirin. Heke dengê liv û libatên hewayê ji aliyê madeyê hat sonda di cihê xwe de ye û em gihane armanca xwe. Sonda bi bandek zirav divê were mezbût kirin da ku ji cihê xwe dernekeve. Êdî hûn karin ji wê sondayê tiştên ron bi şirinqê bidin nexweş. Û we karê xwe qedand şûn de carekê jî şirinqê tije av bikin û ji sondayê bidin. Asoxîn sondaya xwe bi bantekê bişkînin da ku tiştinên we daye nexweş paş ve neyê.



05.12.2020 15:55 | rizgarm

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» sondaya nazogastrîk

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanistitenduristi zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî