Ferhenga înteraktîf
kesê ku instagram bi kar nayîne
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-kesê ku instagram bi kar nayîne

1. kesê ku êdî ji sextebûna jiyana mirovan aciz bûye ye û naxwaze wextê xwe bi derewînên tora civakî ra xerc bike. go mirov bi şiklekî xwe ji instagramê xilas bike piştre dor tê ya dî; twitter.



11.12.2020 21:54 | hueyn

2. Kesên ku dikarine xwe *
Divê ku ez instagramê jê rakim lê twittir ne bawer im



11.12.2020 21:57 ~21:59 | merwano

3. Yek ji wan ez im. Heke ji min re bibêjin cihekî bê qalîte, ji dûrî hiş û qeşmer ku der e bersiva min a pêşî wê Instagram be. hişê man naçe ku mirov çawa saetên xwe li wir derbas dikin. Ji bilî wê jî bo yên ku bi kar tînin re pêşnîyarek, rojên ku tirk dibêjin mîllî bayramlarê Instagramê bi kar neyînin. Hûn ê gelek aciz bibin.



11.12.2020 23:04 | yûsiv

4. ji xwe û ji jiyana xwe razîtir in.
çimkî bawerî pê tînim ku platformên wisa, ji bo jiyanek ferazî ya nas û hevalên xwe, hesûdîyê li mirov peyda dikin û wan dixin depresyonê.



12.12.2020 22:00 | simurg56

5. Min bi kar dianî lê rojek min li rapora aktîvbûnê nihêrî û min dît ku di rojekê de 4 saet û nîv ez ketime înstagramê. Hema di wê demê de min hesaba xwe girt.

Meriv 4 saet çima bikeve sepanekê û xêyn ji temaşekirina vîdeoyan bêtir tiştek neke? Bi rastî jî, piştî girtina înstagramê, min gelek karên xwe yên nîvcomayî temam kirin. Karê bêkaran e. Nelazim e.



12.12.2020 22:33 | qurreder

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» kesên ku ji whatsappê zêdetir smsan bikartînin
» instagram.com
» kardîk

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî