Ferhenga înteraktîf
taybetmendiyên nifşên berê
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-taybetmendiyên nifşên berê

1. Taymendiyên nifşên nû li gor nifşên berê pirr lawaz in.
-Aliyê ziman û axaftina zimên de (bi kar anîna peyvan,metelok,gotinên û biwêjan, ji qalkirina çîrokan ) gelek serkeftî nin.
-Ne tiral in ,pirr jî jêhatîne
-Aliyekî wan yê kurdistanî jî heye lê ti car naxwazin qal bikin.
-Xwediyê gotina "qurbana zarokên xelkê bî" ne.



11.02.2021 16:14 | brzn

2. nizam brzn behsa çiqas "berê" dike hema herge behsa 90'an û serê 2000'an dike gotinan wî rastin tenê alî bikaranîna peyvan belkî nifşa nû (yên kurdewar) zêdetir serkeftîne.



11.02.2021 16:31 | doesntmatter

3. Dîrokzan û çîrokbêj bûn. Civata çîrokan didanîn. Pîremêrên dikarî xweş çîrokan bêjin, sê çar seetan ji cîranên kom bûne dîvanekê de mesele- çîrok digotin. Nifşên berê de jiyanek kurdewarî hebû. Aliyê zanabûna sîstema dewletê, xwendina zanyariyê, dibistan-zanîngehê de kêm bûn lê jiyana rojane de xurt bûn. Piranî cotkar bûn.



11.02.2021 16:56 | de facto hozan

5. Gelek bi şerm, bi fedî bûn . Dema dizewicîn yê ku tev malbata zilam dijiyan, wexta ku zarokê wan dibû nikari bûn li ber bav û dayka xwe bi zarokê xwe şa bin, jê hez bikin. Heta zarokê xwe jî wa hîn dikirin ku ji dapîr û bapîrê xwe ra digotin dayê û bavo, henekan jî hîn nedikir zarok bi xwe didît ku, bi ew kesana ra dibêjin dayê û bavo wana jî wa digotin û ji bo wî li sêwregê û bîr dikim li Riha jî kesên wa hene ku ji bavê xwe ra dibêjin apo an jî keka, kekê diya xwe ra jî bi navê wê gazî dikin an jî tiştek din bikar tînin, dapîr û bapîr jî jixwe dayê û bavo ye.



22.03.2021 12:18 ~12:17 | navîgiranmezelîwêran

6. Xwedê ji wan razî be yan na mala wan ne ava; îro piçika jixwebawerîyê di kesayeta me de tunnebe û devê me li ber xelkê tim ase kirî be ,ev tew sûncê wan e. Heyb û fedî me kirin bahlûle, zarokên xelkê pêl serên me dikin em nikarin bikin hawar, law!



22.03.2021 16:02 | pîroz

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» taybetmendiyên nivîskarên tirşikê
» nifşên rewşenê
» berê min ketiye xozatê

Kategoriyên mijarê:: jiyan tekili jiyan tekili jiyan tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî