Ferhenga înteraktîf
kurdên çavşîn û porzer
(2) (4) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-kurdên çavşîn û porzer

2. Dibêjin kurdên orjînal wisa nin. bi ya min kurd zêdetir çavmezin ,çav reş û xweşik bi bejn û bal in.Gelo dibe ev kurdên çavşîn ji yewnanîstanê hatibin : )))



11.02.2021 16:28 | brzn

3. Yek ji wan di kuça me de jî heye. Keçik e. Hêj nû digihe. Temenê wê dora 18-19an e. Çavê wê şîn, porê wê zer e. Bejna wê zirav û bilind e. Ji niha de hemû ciwan û xortên taxê bi dorê ketine. Malbat serîna li mala wan dixin, bo xwazginiya. Lê dibêjin " keçika me dixwîne" keçik kurde û heya gundiyê me ye. Lê wekî gelemperiyê keçên kurd, ew jî xwe li kurdî nake xwudî û bi tirkî diaxive.

Axir armanca vekirina mijarê nizanim lê hama yekser ev keç hate bîra min. Diya min jî çavkesk e lê tu bandora wê li min nebûye.



11.02.2021 16:46 | tîrêj zana 21

4. (bnr: ne ez im)*



11.02.2021 16:49 | de facto hozan

5. Nîvê malbata me ji vê celebê ye. Birayê min û dayê zerik in lê ez û bav esmer in. her cara ku ev mesel bi ber çavên min dikeve, riweknas mendel û baqleyên wî tên bîra min. (:



11.02.2021 20:53 ~20:54 | ezcan

6. (bnr: kurdên rûsî)



12.02.2021 03:21 | heval.js

7. Di nav malbata me de qet çavşîn û porzer tine.
Bawer bikin di gundê me da jî qet tine.



12.02.2021 13:52 | yaqûp

8. di nava kurdan de beşek biçûk in lê belê ji tirkên wisa zêdetir in. di malbata me de jî ne hindik in: birayê min ê mezin, 2 xwarzîyên min û kurê min tev zer in û çavên wan şîn in. welle hingî te bivê tiştek balkêş û xweş e.
çavşînî jixwe di nava kurdan de ne hindik e lê zerîtî hinekî ji ber zêde mayîna li ber tavê, wenda dibe piştî salan.



12.02.2021 23:45 | simurg56

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdên ku bê kurdî dijîn

Kategoriyên mijarê:: tekili tekili tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî