Ferhenga înteraktîf
night in white satin
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-night in white satin

1. straneke the moody blues e.




min gotinên wê ji bo xwesteka hêjayek wergerand kurdî (îşela wergera ulysses jî ji min naxwazê * ):

Şevên Di Nav Etlesa Spî De

Şevên di av etlesa spî de, yê ku qet naqedin
Nameyên ku dinivîsim qet ne di armanca hinartinê de ne
Min berê bi van çavan bêrî dikir
A rastî ev e; êdî nikarim bêjim

Ji ber ku ji te hez dikim, belê ji te hez dikim, axx çi qas hez dikim

Li mirovan dinerim, hinek di destê hev de ne
Ew fêm nakin ku çi hatiye serê min
Hin kes xwestin ji min re rave bikin, ew fikrên ku ew nikarin li pişt bisekinin
Tu çi bixwazî, di dawî de te bibe ew

Ji ber ku ji te hez dikim, belê ji te hez dikim, axx çi qas hez dikim

Şevên din av etlesa spî de, yê ku qet naqedin
Nameyên ku dinivîsim qet ne di armanca hinartinê de ne
Min berê bi van çavan bêrî dikir
A rastî ev e; êdî nikarim bejim

Ji ber ku ji te hez dikim, belê ji te hez dikim
Axx çi qas hez dikim, axx çi qas hez dikim
Ji ber ku ji te hez dikim, belê ji te hez dikim
Axx çi qas hez dikim, axx çi qas hez dikim

Hilmek kûr bistîne
Qesweta ku kom dibe
Sêr bike tefandina rohnîyan
Di her odeyê de
Mirovên di bêkar
Li pişt xwe meyzê û şînê bigire
Rojeke din a eletewş
Enerjîya zehî dibe

Evînên minêkar
Tenê ne û pev şa dibin
Zilamê bi tenê, ji bo evînê digirî
Ji bo ku qet tune ye
Dayika teze dike hembêza xwe
Şîr dir kurê xwe
Mirovên pîr
Miradê wan ciwantî ye

Goka dilsar
Ku şevê îdare dike
Rengan jê dibe
Ji ber çavê me
Sor, gewr û
Zer, spî
Lê em ê biryar bidin
Kîjan rast e
Û
Kîjan îluzyon e.



20.02.2021 15:25 ~15:26 | xwelî li ser

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
hînbûna îngilîziyê [1]
Ji bo kesên wek zanistvan, siyasetmedar, kesê têkildarê karên derve, g...
belki ev jî bala te bikişînin
» night owl
» white shadows

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrn muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî